July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serhatiya Hakim û teyrê Hakim..

„Heçî Ezdiyên ku, xwe ji ciyê ewlekarî û ewliya dane alî, ew ê poşmanbibin“

Ilimdarê çiyayê Şengalê û xwedê jê razî Feqîr Cirdo Evdo , di dengekî ji min ra şandiye de dibê, „min ev serpêhatiya ji alimê beriya xwe bihîstiye û ez jî ji wera dibêjim:

Hakimekî xwediyî teyrekî û hevalekî xwe derketin, çûne nêvçîrê. Gava qederekê çûn yê hakim tî bû. Hatin xwe gihandine ber siya zinarekî. Li zinar rihêntin, dîtin ku dilopên avê ji kevirên zinar têne xwarê.

Yê hakim gote hevalê xwe, gilaz-tasa min bide ber van dilopan.

Hevalê wî tasa hakim da ber dilopan û hinek ava dilopan di gilazê wî de kombûn.

Yê hakim î gelekî tî gote hevalê xwe, ka wan dilopên ketine tasê bîne, ez wan vexwim .

Gava yê hevalê wî rahîşte tasê, da destê xwe, teyrê hakim ji cîh rabû û xwe li tasê da, ew ava ketibû tasê rijand.

Yê hakim, di ser teyrê xwe de hêrsbû û gotê, mîrat, te divê ez bimirim.

Hakim dûre gote hevalê xwe, de ka carkedîtirkê tasê bide ber wan dilopan.

Gava tasa Hakim vêcarê jî ji dilopan binîvî bû, teyrê hakim cardinê ji cîh rabû xwe li tasê da xist û ava têde dîsa rijand.

Yê hakim hew demaxkir, rahîşt şûr ji ber xwe danî, avîte serê teyr qutkir. Dûre gote yê hevalê xwe, de ka derkeve serê vî zinarî, binêre bê ka ev av ji kurê dinuqute?

Hevalê hakim çû derkete serê zinar , dît vaye mareke kuştiye û daliqandiye, dilopên jahra wî têne xwarê.

Yê hakim got, ya rebî ez poşmanim , min teyrê ku xêra min dixwast kuşt.

Vêca bawerbikin, heçî Ezdiyên ku xwe ciyê ewlekarî û ewliya dane alî , ew ê jî weke vî hakimî poşmanbibin.“

Kemal Tolan, berhevkar û xemxwarê kevneşopên Êzdîtiyê 03.09.23

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi