July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Kemal Tolan: Danasîna dîrok û rewşa Êzdiyan, ya di wextê şerê Şerfedînê pisê Şêx Hesen û Mogolan de

Kemal Tolan: Danasîna dîrok û rewşa Êzdiyan, ya di wextê şerê Şerfedînê pisê Şêx Hesen û Mogolan de

Kemal Tolan

Pêşîn dixwazim van çend gotinên, ku nivîskar û wêjezanê Kurd birêz Tengezarê Marînî li ser „sirûda Şerfedîn „ lêkolîn kiriye û  dibêje,: „Di kultûra me kurdan de, belkî qewlê Şerfedîn sirûda herî bi nav û deng be. Taybetmendiyek wan sirûdan heye, ku guhdaran bi hêrz dike. Di vê serdemê de, êdî sirûdên netewî derketin. Ew bi xwe jî helbest in. Ev Hymn, Sirûde bi xwe di demên Kevin û antîk de, pesin, sena û medih, bi naverokeke olî bûn.“*1

Bi rastî ez jî zû ve û gelek caran di nav zargotina endamên civaka me Êzdiyan û di dinav gelek lêkolînan de, rastî vê gotina, “Şerfedîn ji dînê min e û hinekan jî digotin, Şerfedîn dînê Êzdiya ye” dihatim. Min jî zahf dixwast vê taybetmendiya rastîya Şerfedîn, a di nav Êzdiyatiyê de çi ye bizanibim.

Min di gelek rojname, kovar, pirtûk û lêkolînan de li ser  mijara “Şerfedîn dînê Êzdiya ye û Şerfedîn ji dînê Êzdiyatiyê ye” xwandine û tomarkiribûn. Ez ê  çend mînakên ku dîrokzana li ser wê dema wextê ku Şerfedîn li gelek heremên Kurdistanê de mîrantî kiriye belakirine, raberî we rêzdaran bikim :

Min hîna di sala 2000î de û di pirtka xwe*2 de gotiye “Koçberbûn û talankirina Êzdiyan hîna di demên kevn de û zêde jî, di wexta barbarên Moxullan (tirkên Mongolîstanê di sala 1252 an) de berdewam kiriye.„

 „Gava hozên Hekarya; Kurd hatine van deran îdî herdukan alîkarya hev kirine û di bajarê Qesir da hoşka fermanrewaniya xwe diyar kirine û di sala 1180 da jî alyê Melîk Eşrefe Eyübî da fermanrewaniya van hatiye litê kirinê. Hêza pur ketiye destê Misilmanan îdî seroktî ji destê binamala Kurdên Ezdî derxistine. Ji ber vî qasî evan Ezdiyan giranîya xwe danîne alyê Meletyê ú Misilmanan jî giranîya xwe danîne alyê Entaqya û Helebê. Evan komalê Êzdîne Kurd ji alyeki bi van serokne Misilmanan ra qirîn dikirin, di alyê dinê da jî bi wan komalne Selçoqiyan ra qirîn di kirin.

Destekî ji van Ezdîyan hêj di gavê berê da Misilman bibûn, ji wan ra Germîyan di hate gotinê. Ji ber ku binecîne Meletîyê bûne, bi Selçoqî û Kurdne binecî ra yekatî kirine û di hemberê vê fermanrewana Ezdi da hevaltîya Dulqadirî-Zülqadirî ku di para danavê wan bi vi navî tê hildanê, kirine.

Di van gavan da sorokê Kurdne Hekarîyê bi nav Mendo-mend dawî daye fermanrawanîya Ezdîyan a hoşka fermanrewanîya xwe jî ji bajarê Qesîrê anîye Kilîsê. Lê hêj di van gavandan jî navê fer-manrewaniya wan li ser navê binamala serokne berê di hatine hildanê. (Ezaz-Ezîz-Ezo-Îzî) di hate gotinê. Loma diravê wan bi xweber jî li ser navê binamala kevin hatine çap kirinê.

Bi vê dawîdanê va jî dîsa evan herduk komalne Kurdne bi nav Ezdî a Hekarîyan tumcaran bi hev ra qîrîn û tekoşîn kirine. Carnan Ezdîyan seroktî hildane destê xwe û carnan jî Hekarîyan hildane destê xwe. Ji ber vî qasî evan herdukan ji xwe di hemberê Mexînî û neyarne xwene Misilman da rind neparizandine. Lê ça dibe bira bibe, dîsa diravê xwe li ser navê xwe çap kirine û di binê ala xwe da çûne qîrîne û ji bona tu kesekî ra jî serî berjêr ne kirine.

Di sala 1195 da Mendo-Mend mirîye di şûna wî da kurê wî yê bi nav Ereb bûye serokê dugel. Evî wekî bavê xwe serî ji tukesekî ra berjêr ne kiriye, di alyekî da bi Mexinîyan ra di alyê dinê da jî bi Kurdne Ezdî ra qîrîn kiriye. Ji ber vî qasî Eyübîyan destê arîkarkirinê raberê wî kirine. Evî di gaveke hindik da Ezdîne Hema û Meraş û Meletîye hildane binê destê xwe û bi wan dugelne neyarê xwe ra qîrînê hêca kirine. Di wan qîrînan da bi hemîtî serfiraz bûne û neyarne xwe sernugün kirine. Evî bi arîkarkirina Eyübiyan va welatê xwe xistîye rêzikekî, di nîveka bawerya komalê xwe da qe tu dutîretî ne daye çê kirinê.

Di sala 1198 da serokê bajarê Hema ê Meltk Zahîr Glyaseddîn Gazî Eyübt û serekê bajarê Hema ê Melîk el Mensur Muhemmed herdukan jî ji bona serok Ereb ra peymana arîkaryê dane û seroktîya wî ji bona hemî Kurdne Meletî û Meraş û Hisnê Mensûr û Lazqîve yê ra litê kirine.

Di sala 1220 da eva mirîye di şûna wî da kurê wî yê bi nav Melîk Cemal bûye serokê dugel. Evî jî wekî havê xwe xutbe li ser navê xwe dida xandinê, lê navê serokne Eyübiyan jî bi navê xwe va dida andinê. Her wusa li ser diravne xwe jî navê serokne Eyübiyan di dane nivîsandine.

Di sala 1252 da eva jî mirîye, di şûna wî da kurê wî yê bi nav Melîk Ehmed bûye serokê dugel. Gavê vî serokê berêz pur nexaş borîye û dîsa Kurdne Ezdî di hemberê wî da serî bilind kirine. Loma evî wekî bavê xwe daborî ne kiriye û raqetandin xistiye niveka Kêşê komalê xwe, komal jî di hemberê wî da bûne du tīre mane. Evî pişta tîra Misilman kirîye û di hemberê Ezdîyan da qîrîna xwe pêşva birîye. Piştî ku komalê bi nav Mogol dawi daye dugelya Eyübiyan, evî jî wekî wan fermanrewanê ji binamala Eyübiyan bi Moğuliyan ra aştî pêk anîye, welatê xwe bi destê xwe daye daborandinê. Îdî xutba xwe bi tenê li ser navê xwe daye xandinê û diravê xwe jî li ser navê xwe daye çap kirine.

Di sala 1285 da eva jî mirîye û di şûna wî da kurê wî yê bi nav Melîk Muhemmed bûye serokê dugel. Îdî di gavê vî da komalê Kurdên bi nav Ezdî seroktîya komal û dugel hildane destê xwe., Lê eva seroktiya Kurdên Êzdî di nava wan Kurdne Misilman da pur sodret hatîye û vane ku dîsa seroktiyê bixne destê Melîk Muhemmed. Ji ber ku serok Şeyx Bekir pur merivekî dadvan bûye û di nîveka herdu destê komalê xwe da tu raqetandin nedikir, herdu destan di hemberê Misilmanne êrîşkar da berxudayin kirine û bi hay ra xwe çirikandine. Îdî ewan Misilmanê doranê wan deng dernexistine. Bi vî awayê dîsa komalne Ezdîne Hema û Meraş û Hisnê Mensûr û Meletiye bi yekati dugelya kilisê ji xwe ra litê kirine.“*2a

Di lêkolîneke ku nivîskar, rojnamevan û redaktorê rojnama riataza.com ê birayê Têmûrê Xelîl Çaçan, ji rûsî wegerandiye Kurdî: (Kurdistan di bin hukumê Sêlçûkîyan da (sedsalên XI-XII), de dibêje, „Çengîz xan û serekqumandarên monxola piştî sala 1231ê axa mentîqên kurda yên rêj (ekindar) Şahrîzûrê, Dîarbekirê û Ahletê ji binecîya xalî kirin. Kurda ji dest êrîşên monxola xwe sipartibûne çiya û bi zevtkara ra tu pêwendîyên wan tunebûn. Paytextê mentîqa Kurdistan, ku ji alîyê monxola da hatibû zevtkirinê, *3„

Her wisa di çavkaniyên tirkan de jî tê gotin, ,“Siltanê Selçûkiyan Îzzeddi Keykavus II an di sala 1256 de Şerefedîn Muhamedê torinê Şêx Adî weke serwerê artêşa Xerpetê-Harputê naskiriye. Şerefedîn Muhamedê torinê Şêx Adî ji bo şerê li dijî hêza Moxolan çûye navça „Kemahê- di herêma Erzîncanê de ye“ û li wirê ji aliyê serleşkerê Moxola yê bi navê Engürek Noyan ve hatiye kuştin.“ *4

Her wisa dibêjin dema “ Tirkmen û Kurd di salên 1257-1258 de di hêrêma Xarpêtê-Erzurumê de bi hevra li dijî hêzên Mongolan bi pêş ve diçin, hingê îdareya Meletê û Xarpêtê di bin destên Kurên Şêx Adî yên kurd, yên ku ola êzdiyatiyê vejandine de bû“*4a.

Nivîskar John S.Guest jî di pirtûka xwe „Yezidilerin Tarihi- Dîroka Êzdiyan, rûp. 72 de dibêje, Şerfedîn piştî bavê xwe li çiyayê Şengalê bûye rêberê Êzdiyên û hwd. berdewam dike.“*5

Birêz mamoste Tosinê Reşît, li ser mijara taybetiya Şerfedîn dibêje:  „Di dîroka ola êzdiyan de cihê Şerfedîn bi taybetîye. Şerfedîn piştî bavê xwe Ş. Hesen di sala 1254 de Mîrantiya Şengalê kiriye. Şerfedîn xwestîye artêşa giran berhev bike û here şerê dijminê êzdîya, lewma jî êzdîya azaya xwe ji zordara, tolehildanê xwe bi taybetî bi navê Şerfedîn ra girê dane.

Şerfedîn di sala 1256 de mîrê Xarpûtê bûye. „*6

Dîrokzane û hevalê min yê rêzdar kekê Xerzî Xerzan jî di lêkolîneke xwe de dibêje, „tofanê mezin, anku êrîşên Mongol û tirkmenan, ji alîyê navenda Asîyayê ve dest pê kirine. Ev dewletên bihêz û dewlemend ên kurdan, her çi qas bihêz bin jî, li ber êrîş û talana van dagirkerên herî dijwar, mixabin xwe negirtine û belav bûne, û dîsa ber bi çiyayên xwe ve vekişîyane.

Ne hewce ye ku em kirinên mongol û tirkmenan rave bikin, lewra dîroka mirovahîyê kirinên wan ên qirêj û bê însanî heb bi heb tomar kirîye. Dema biketana bajêrekî, bi taybetî mongol, heya pirtûkan Jî dişewtandin. Ka kê dizane, wê demê çend berhemên giranbûha ên nivîskar û zanyarên kurdan hatine şewitandin, ka çend pirtûkxane hatine xirakirin û ka çend zanyarên bênav hatine kuştin? Ev tev li benda bersîvan e.“ *7

Dîsa min di pirtûka xwe*8 de gotiye, „tenê Xwedê pê dizane û di dîrokê de jî baş xwanê dibe ku, hinga ew zarokên guran ji Asyaya navîn (Mongolanistan)ê hatine derbasî nav Anatolyayê bûne, bê ka ewan hingê çiqas bav-kalên me qerkirine, bi darê zorê ji hevûdinê qetandine, mal-welatê civak, ol û netewên di nav Mezopotamya yê de hebûn û mîna me Êzdiyan bi-hemda xwe bac, qemçûr û alîkarî ne didane desthilatdarên Îslamê û Osmaniyê, ew mecbûrî koça kirine û birine li herêmên cûde yên ku ji mal, êl û êşîrên wan gelekî dûr de ji bona berjiwendîyên xwe bi darê zorê bi cîh û asîmlekirine.“*8

Min di nav zargotina me Êzdiyan de jî gelek qewl, dua, nîșan û parêzgehên pîroz bi navê Şerfedîn hene: Mînak:

Avaya Şerfedîn ya li Lalişê

Nîşana Şerfedîn ya li Mehdera Boza

Nîşana Şerfedîn ya li Bahşik û Bazan

Mixara Şerfedîn ya li baskê şêxa, gundê Bêtnarê

Li îranê geliyê Şerfedîn

Li Şamê ciyê Şerfedin, îro weke mizgefta Şerfedîn têye binavkirin

Çiyayê Şerfedîn yê li herêma bajarê Bîngol-çewlîkê

Pêşimamê Babê şêx ji binemala şêxên Şerfedînane

Sema Şerfedîn

Cemayî anjî Tuwafa Șerfedîn

Senceqa Şerfedîn–a Sincar(Şengalê)

Qewlê Şerfedîn

Qesîda Şerfedîn

Perdeyên Şerfedîn

Quba Şêx Şerfedîn

Û hwd. hene.

Belê min tevî hewqasî zanîna jî nexwast wekî ilimdarekî Êzdiyatiyê, van taybetmendiyên pîroziya Şerfedîn yên ku di nav gelek qewl, dua, nîșan û parêzgehên Êzdiyatiya qedîm de hene, bidime nasandin.

Mala Xwedê ava ku, ilimdarê welatê Xaltaniyê yê rêzdar Feqîr Şerîf Heso, vîdîokilîpekî ku ji bo agahdariya arşîva malbata xwe, zanîna Êzdiyan dagirtiye û ew ji min ra jî şandîye*9. 

Gava min li ilmê rêzdar Feqîr Şerîf Heso guhdarî kir, min jê fahmkir ku vaye ew î  ew mijara taybetmendiya Şerfedîn, ya ku min nikarîbû ji ber zargotina civaka me û lêkolînan  bidime nasandin, zelal dike.

Min rabû telefonî  ilimdarê welatê Xaltaniyê yê rêzdar Feqîr Şerîf Heso kir û gotê, gelek spas birêz Feqîr ji bo ku we di vê vîdîokilîpa xwe de, bi wêrekî û kurtasî mijara taybetmendiya Şerfedînê ku, di dînê Êzdiyatiyê de pîroz û Şerfedînê pisê Şêxê Hesen, yê ji dînê Êzdiyatiyê ye şîrove kiriye.

Eger cenabê te destûrê bidî min, ez ê vî vîdîokilîpa te ji bo zelalkirina mîjara Şerfedîn dînê Êzdiyatiyê ye û Şerfedînê pisê Şêxê Hesen ji dînê Êzdiyatiyê ye, tevî pêşgotinekê di malpera xwe a fecebokê de biweşînim.

Rêzdar Feqîr Şerîf Heso jî bi vê pêşniyariya min dilxweş bû û destûra belavkirinê da min.

Min rabû vîdîokilîpa rêzdar Feqîr Şerîf Heso, bi sernavê keremkin li ilimdarê welatê Xaltaniyê, yê ku bi ilmê Êzdiyatiyê, mijara Şerfedîn dînê Êzdiyatiyê ye û Şerfedînê pisê Şêxê Hesen ji dînê Êzdiyatiyê ye zelal dike, guhdarî bikin .

Min di pêşgotina kilîpê de bi hemd got ku, nabe Êzdiyên ne ilimdar û dostên Êzdiyan naveroka Êzdiyatiyê li gorî dîtîna xwe, lêkolîner û dîroknasên ku, ji bo berjiwendî û armancên dagirkerên Kurdistanê û xêrnexwazin Êzdiyan berhem nivîsandine û radigihîn bidine nasandin.

Mala Xwedê ava û gelek spas ji bo hemû hevalên min, yê di Facebokê de , gelekan ji wan  jî ev wêrekiya  ku ilimdarê welatê Xaltaniyê yê rêzdar Feqîr Şerîf Heso, ji bo zelalkirina mîjara „Şerfedîn dinê min e“ an jî „Şerfedîn ji dînê min e„ dest pê kiriye girîng dît û pejirandin.

Xwedê ji rêzdar Pîr Xelat Elîyas, yê ku micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Êzdîtîyê ye razî be, ew î jî ev mijara rêzdar F.Ş. Heso dest pê kiriye girîng dît, ji bo hîn zêdetir zelalkirina mijarê, dilxweşî û kurtekilîpek*10  bi me ra parve kir.

Dûre min ev helbesteke ku  rêzdar Çevger çolo binavê  „Pêxwasê ji asya navîn“, yên ku bi navên Mongola û hwd. hatine xwand

„SÊWIYÊN ASYA NAVÎN

Pêxwasê ji asya navîn

Ji rê hatin bê firavîn

Derb xwaribun ji hest û vîn

Niza çima lê bun xwedî?

Dema hatîn ew pêxwas bun

Li ser hespan bêlibas bun

Bi fen û fût bi finas bun

Niza çima lê bun xwedî ?

Li ser pişta hespa hatin

Pir belengaz û bê katin

Wê ji tirsa şaş û matin

Niza çima lê bun xwedî?

Sêwiyên dinya nedîtî

Dîtin kesrên xîtî xîtî

Hatin bi rîpên ferhîtî

Niza çima lê bun xwedî?

Me qet ji wan qencî nedî

Dixwaz in me bikin kedî

Êrîş dikin me bê fedî

Niza çima lê bun xwedî?

14.12.2021“

Di pey ra gelek spas û Xwedê ji ilimdarê mîrgeha Şengalê rêzdar Feqîr Ali Cirdo jî razî be, ew î jî zanîna xwe di kurtekilîpekê de ji min ra şand*11.

Vêca ez li gorî ku gelekan ji we hevalên min yê facebokê birêz, li van parvekirinên min guhdarîkirin û pejirandin, dibêjim, em ê îro bi saya zanîna ilimdarê welatê Xaltaniyê yê rêzdar Feqîr Şerîf Heso, nirxandinên di  peyama mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Welatê Şêx rêzdar Pîr Xelat Elîyas û ilimdarê mîrgeha Şengalê rêzdar Feqîr Ali Cirdo de, gelek pirsgirêk û gumanên ku me Êzdiyan heta îro nikarîbûne wan ji hevûdinê cûdebikin, zelal bikin.

Li gorî ku min di hinek çavkanîya* 12 daye xwanê*  „Qewilê Şerfedîn“ ji aliyê “Pîr Reşê Heyran ve hatiye nivîsandin.“*12

 

Min li ser wê rewşa dema şerê Şerfedîn û Mogolan ,  ev danesîna ku nivîskar û roman nivîsê di vê sedsala me de yê herî navdar Yaşar Kemal, di romana xwe*13 de, li ser “nêvçîra kuştina Êzîdiyan” nivîsandiye, min jî gelek jê di pirtûka xwe *14 de weşandiye û dêje: “Qismek ji xelqê Kurd, Ereb û Tirkan rahîştibûne çekan û derketibune nêvçîra kuştina Êzîdiyan. Poyraz û tevî qeflê leşkerê xwe jî ketne nava wan çetan û teva bi hevre di ser gundên êzidîyan ve digirtin. Ewan heçî evdên Êzîdî ku emrê wan heft heta heftêyî bu didane ber singoyên tivingan û dikuştin. Çiqas pere, mal, pez, dewar, hesp, ker, zad, zêr û zîvê Êzîdiya hebû ji xwe re dibirin. Ne dihîştin kesekî Êzîdî ji ber destên wan xelas bibe. “*13

Siheta helbestvanê me yê rêzdar kekê Seyfedînê Welekorî  gelekî xweş be, ew î jî li gorî min, di vê helbesta xwe ya bi navê „Nalînek Kete Guhê Min“ de , rewşa şerê Şerfedîn, yê tevî Mongola û „nêvçîra kuştina Êzîdiyan” ya ku rahmetiyê Yaşar Kemal nivîsandiye,  aniye ber çavên min. Lewma dixwazim niha tevî sazlêxistina hûnermendê me birayê Elî  ev helbesta kekê Seyfedînê xwand:

 

Dîsa Nalînek Kete Guhê Min

li welatê min nalînek rabû, ji ber zilma dijmin bû,

Ez ber bi dengê nalînê ve diçûm, min dît ew Zarokek bû,

Ser çevê wî bi xwiyn bû, destê wî şikandî, laşê wî perçe bibû,

Zimanê wî nedigeriya, rondik ji çavê wî de nedihat, xar û ziwa bibû.

Lê nalîna wî bû digot “dayê dayê”, di bin pehînê neyeran de bû

Hey hovn o, ew zarok bû, rengê xwe esmer, zimanê xwe Kurdî bû

Gelo pir tişt dixwest, yek zimanê xwe, yek jî azadiya wî bû

Dîsa nalînek kete guhê min, ew ji welatê agir û rojê bû

Berê rojê li min girtin, erd û dunya bi ser min de tarî bû

Hey bêbext no, hey qatîl no, hey wehş no, ne ew zarok bû

Qêrînek dihat ji Welatê min, ew qêrîna zarokên Kurdan bû“*15

Ez jî di dawiyê de dîsa dibêjim, gelek spas Feqîrê di nav civaka Xaltaniyê de hizkirî. Xwedê û Tawisî Melek ji te razî bin, ku te cesaret kir ev mijara di nav me Êzdiyan de hîna baş ne hatibû zelalkirin vekir, te gelek girîng dît ku, zindî derkevî himberî Êzdî û dostên Êzdîtiyê. Hêvîdarim ev wêrekiya te ji gelek ilimdar û zanên Êzdîyatiyê ra bive mînakeke baş, ew jî ji te cesaret bigrin, rabin weke cenabê te Êzdiyatiyê di vê dinyaya elektronîk de bidine nasandin.

Min ev danasîna li ser dîrok û rewşa wextê şerê Şerfedînê pisê Şêx Hesen û Mogolan, di bernama danasîna Êzdiyatiyê ya çarpel mediya* yê 07.07.22 de xwandiye.

*https://www.facebook.com/carpelmedya/videos/719755879350422

Her wusa di rûpelên: 31-41 yê vê pirtûka min* da jî hatiye weşandin.

*Êzdiyatiyê ji ilimdaran û zanan nasbikin-2022 , Weşanên NA izmir

Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê kevneşopên Êzdiyatiyê 06.10.2023

Çavkanî:

  • Tengezarê Marînî di pirtûka xwe -Zanista rexneyî di navbera tiyorî û parktîkê de-
  • Kemal Tolan, Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev romanên Zindîne- rûp.:7 ya çapa.3. rûp.:19 , Weşanên NA 2021 izmir

2a  Abdullah Varli- Dîroka Dugelên Kurdan, Derpêç 1, Weşanên Sîpan, İstanbul 1997 – Rûpel Rûp.:277- 279 .

4a- Malazgirt’te Türk ve Kürt Askerleri – Suat Parlar  http://www.halksahnesi.org/2019/10/08/malazgirtte-turk-ve-kurt-askerleri-suat-parlar/

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi