July 17, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Rûyekî din ê Şamê; Dibistana Semaya Latînî

Rûyekî din ê Şamê; Dibistana Semaya Latînî

Hewlêr (Rûdaw) Li Şam a paytexta Sûriyê dibsitanek ji bo Semaya Latînî heye ku hejmarek keç û kurên Sûrî têde di nav holekê de têne fêrkirin. Rewşa vê pola semayê ji rewşa welatê wan gelekî cuda ye.

Beriya Şerê Sûriyê bo fêrbûn û peşdarîkirina di pêşbirkiyan de li vir bûn, Lê niha bi sedema alozbûna rewşa Sûriyê bêhtir bûye sedem ku ew li vê drê kom bibin.

Ednan Mihemed, Rêveberê Dibistane Dance Nation ragihand, “Ew bi rastî karaktera mirov xurt dike. Em hewl didin ku wan ji enerjiya nerênî ya ku tê re derbas dibin rizgar bikin, em nikarin înkar bikin ku her kes ji vê enerjiya nerînî dinale. Ji ber vê yekê di demjimêrên ku ew li vir in, ew Kesên cuda ji polê derdikevin, wê enerjiyê didin aliyekî û hest bi geşbîniyê dikin. Em sedemekê bo mana wan li welat bi wan didin.”

Piştî rojeke dirêj a kar, berê xwe didin vê dibistanê, semayê dikin da ku ji stres û guşarên jiyanê dûr bikevin.

Emmar Mesûd, Xwendekar li dibistana Dance Nation jî dibêje, “Demijmêrek yan du demijmêran li vir rehetiyekê dide me ji hemû zehmetiyên ku em pê re rûbirû ne. Guşarên kar, jiyan, civakî, malbatî û derûnî. Herwiha guşara krîza heyî. Bê guman guşara aborî jî.”

Pola wan ne zêde qerebalix e, lê tijî hêvî û armanc e. Armanca sereke jî li gor rahênera wan ku kar li ser dikin rehetiya derûnî ye.

Rahêner li dibistana Dance Nation, Yara Zerîn dibêje, “Em dibînin ku îro xelk westiyayî ne, gelekî xemgîn dibin em li vir hewl didin ku ji xelkê re bibêjin ev rewşeke zihinî ye ku hûn tê de ne. Dema ku hûn ji wan derenceyan dakevin, hûnê hest bi wê yekê nekin. Ev cih dikare ji bo we cuda be. Ev nayê vê wateyê ku hûn ji rastiyê veqetin, lê bi rastî ev yek yan du demjmêrên li vir, hûn dikarin hûn bi xwe bin.”.

Beriya 15 salan ev dibistana Dance Nation li Şam a paytext hate vekirin.

Ji ber rewşa Sûriyê di van salên şer de hejmara xwendekarên wê kêm bûne, û niha nêzîkî 100 xwendekaran lê fêrî semaya latînî dibin.

Dibistana Dance Nation ji bilî waneyên fêrbûnê heftane ahingan bo xwendekarên xwe li dar dixe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi