3 aypadên nû yên kompanîya epl dê bikeve di bazaran da
Biryare sê aypadên nû yên kompanîya epl bi saloxetên nû li destpêka sala 2017 bikevine di bazarên cîhanê da.
Li gorî jêderên nuçeyên têknolojyayê, biryare li destipêka sala 2017 sê corên nû yên aypad pro bi saloxetên nû û monîterên qebareya deh û nîv încan ji kompanîya epl bên berhem anîn û bikevin di bazarên teknolojyayê yên cîhanê da.
Jêderan dîyar jî kir: biryare li sala 2018 aypadên kompanîya epl bi dîzayn û sîstemekê nû bên dirist kirin bi temamî saloxet û şêwazê aypadê bê guhrîn.
Eve di demekî daye ku salane kompanîya epl bi milyonan dolaran berhemên xwe yên elektironî difroşe û astê frotina aypadan di salên dawîyê da gelek zêde bûye.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
