May 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Ziwabûna bîran ziyaneke mezin gihandiya çandiniya Akrê

Ziwabûna bîran ziyaneke mezin gihandiya çandiniya Akrê

Akre (Rûdaw) – Ji ber kêmbûna avên bin erdê beşek ji bîrên avdaniyê yên Akrê çikimîne û vê yekê pirsgirêk û metirsiyên mezin ji cotkarên herêmê çêkiriye ku berhemên wan ên çandiniyê li ber jinavçûnê ne.
Eynî Kerîm cotkarekî gundê Spîmale yê  Akrê ye. Kerîm yekem kes bûye ku di sala 2009an bîra îrtîwazî li gund kola ye û xaniyê plastîkî danîye. Piştî 14 salan bîra wî hişk bûye. 10 xaniyê plastîkî (sera) li ber boriya bîrê avdidan, lê niha xulekekê jî av ji boriyê nayê.

Cotya Eynî Kerîm dibêje “Beriya niha evê bîrê pênc roja berdewam çar încê avê di anîn û hişk nedikir, niha du deqa bişixule hişk dibe. Eger hewleke cidî neyê dayîn berhemê me yê xiyar hemû dê ji nav biçin.”
Bêhtirî hezar xaniyên plastîkî li gundê Spîmalê hene. Piraniya wan bi xiyaran hatîne çandin. Dema pêgehiştna berhemên wan e. Çavkaniya avdêriya wan ava bin erdê ye. Du bîr li gund bi temamî hişk bûne û ava dehan bîran jî kêm bûne.

Yusif yek ji wan cotyaran e ku ava bîra wî hişk bûye û ziyanên meizn gihşitînê. 52 xaniyên plastîkî hene û berhemê wî yê rojane bêhtirî 20 tonên xiyaran bûn.
Cotyar Yusif Ebdulla got “Eger çaresereyekê bo me nekin em 10 mal in hemû dê bar bikin. Av nema û bîrên me hemû hişk bûn, êdî emê li vê derê çi bikin?”

Li Akrê û Berdereşê di 10 salên borî de asta ava bin erdê 4 heta 30 metran daketiye. Heta niha çareserî bo prisgirêka kêm ava cotkarên Spîmalê nehatye dîtin, Ji ber ku wekî Rêveberê beşa ava bin erdê yê Akrê  dibêje girêbestên çandiniyê nîne
Rêveberê beşa ava bin erdê yê Akrê Emîn Selîm got “Bo Spîmalê çi girêbestên çandiniyê nînin û rênima venagrin. Me jî bi rêka lîjna berhengarbûna hişkesalyê yaparêzgehê de daxwaza çareseriyekê bo wan kiriye, eger ne çi rênima wan nagrin.”

Gundê Spîmalê bi yêk ji mezintirîn gundên berhemhênerê xiyaran tê hejmardin ku rojane bêtirî 250 tonên xiyaran dixîne bazarê. Ta niha cotkarên vî gundî rêkeka pêgor bo kêşeya kêm aviyê û avdana berhemên xwe nedîtine.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi