Li Herêma Kurdistanê 16 kesên din bi Koronayê mirin
Li Herêma Kurdistanê 16 kesên din bi Koronayê mirin û nêzîkî 400 kes jî pê ketin.
Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragehand, di 24 demjimêrên borî de 364 kes bi Koronayê ketine û 322 pêketî jî baş bûne.
Wezaretê da zanîn jî, ji duhî de 16 kes bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 6828 kesan.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî