Hikûmetê piştevaniya darayî ji bo baştirkirina rewşa xwendekaran terxan kir
BasNews – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê piştevaniya darayî ji bo Wezareta Perwerdehiya Bilind û Lêkolînên Zanistî terxan kir ji bo baştirkirina beşên navxwe û rewşa xwendekarên zanîngeh û peymangehan.
Îro çarşemê 24ê Mijdara 2021ê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
Di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser Roja Cîhanî ya Nehiştina Tundiya li dijî Jinan û diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewldanên xwe dike ji bo nehiştina tindiyê, bi taybetî jî li dijî jinan.
Piştre Serokwezîr behsa girîngiya beşdarbûna şanda Herêma Kurdistanê di korbenda Diyaloga Mename 2021ê kir, ku rojên 19-21ê Mijdara 2021ê li Menameya paytexta Behreynê birêve çû.
Di beşeke din a civînê de mijara nerazîbûna xwendekarên zanîngeh û peymangehan hat gotûbêjkirin û Encûmena Wezîran biryar da, piştevaniya darayî ji bo Wezareta Perwerdehiya Bilind û Lêkolînên Zanistî were terxankirin ji bo baştirkirina rewşa beşên navxwe û rewşa xwendekaran.
Herwiha Encûmena Wezîran bi awayekî herî tund bêrêzî û sivikatiya li hember pîroziyên Herêmê û ala pîroz a Kurdistanê şermezar kir û ragihand ku rêkarên yasayî dê li hember encamderên vê sivikatiyê werin cîbicîkirin. Êrîşkirin û sivikatîkirina li hêzên ewlehiyê û têkdan û wêrankirina saziyan jî şermezar kirin.
Di civînê de raportek li ser hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina kêşeya koçberên li sînorê Belarus û Polandayê û vegerandina wan a bi daxwaza wan bo Herêma Kurdistanê hat pêşkêşkirin.
Encûmena Wezîran destxweşî li Fermangeha Pêwendiyên Derve û aliyên pêwendîdar kir û tekez kir ku hawarçûna wan koçberan û hêsankariya ji bo vegerandina wan a bi daxwaza wan bo Herêmê berdewam dibe.
Di heman demê de hat diyarkirin ku li hember wan kesên ku ev rewş bi kar anîne û bi jiyana mirovan bazirganiyê dikin, lêpirsîn û rêkarên qanûnî dê werin pêkanîn.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî