June 27, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Netewên Yekbûyî: Li seranserê cihanê 82 milyon kes ji cih û warên bûne

Netewên Yekbûyî: Li seranserê cihanê 82 milyon kes ji cih û warên bûne

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor amarên raporta Komseriya Bilind a Penaberan li Netewên Yekbûyî (UNHCR) li seranserê cîhanê hejmara kesên ku ji binbêkirinên mafên mirov û tundutijiyê reviyane zêde bûn û gihîşt 82 milyon û 400 hezar kesan. Ev  hejmar li gor sala 2011an ji sedî 50î zêde bûye.

Komseriya Bilind a Penaberan li Netewên Yekbûyî derbarê penabertiyê li Cinevê raportek belav kir.

Li gor raportê li seranserê cîhanê 82 milyon û 400 hezar kes ji ber binpêkirina mafên mirov û tundutijiyê cih û warên xwe berda ne. Tê gotin ligel di sala 2020an de ku bi sedema Coronayê çûnûhatin hatiye sînordarkirin jî li gor sala 2019an nêzîkî 3 milyon mirov neçar mane ku cih û warên xwe bi terîkînin. Tê wate rêje ji sedî 4 zêde bûye.

Di raportê de tê diyar kirin ku heta dawiya sala borî 20,7 milyon penaber li herêmên di kontrola Netewên Yekbûyî de dimînin. 5 milyon û 700 hezar Filistînî û 3 milyon û 900 hezar xelkê Venezuelayê ji ber şer û aloziyan welatê xwe berda ne. 48 milyon kes jî di hindirê welatê xwe de ji warên xwe bûne.

Li gor raportê hejmara kesên ku bo penabertiyê serîlêdane 4 milyon û 100 hezar e û hejmara kesên ku ji ber tundutijiyê warên xwe berdane li gor sala 2011an du qat zêde bûye.

Di rêza kesên ku ji welatê xwe derketine de  yekemîn welatiyên Sûriyeyê ne. Piştre jî welatên Venezuela, Efxanistan, Sudana Başûr û Myanmarê tên. Li gor amarên Netewên Yekbûyî ji her 10 penaberan 9 ji wana ji van welatan tên.

Herî welatê ku penaberan li welatê xwe qebûl dikin jî yek  ji wan bi hejmara 3 milyo û 700 hezarî Tirkiyê ye. Piştî wê bi 1 milyon û 700 hezar kesan Kolombiya, bi 1 milyon û 400 kesan Pakîstan û bi 1 milyon û 400 hezar kesan jî Uganda tê.

Komserê Komseriya Bilind ya Penaberan li Netewên Yekbûyî Filippo Grandi di daxuyaniya derbarê raportê de got: “Wateya her hejmarekî  çîroka neçariya berdana cih û war û  êş ya mirov e.”

Grand diyar kir ku ev mirovên penaber eleqe û piştgiriyê heq dikin û got: “Ne tenê alîkariya mirovî divê jib o rewşa heyî ya neçariyê jî bê çareserkirin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi