June 28, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Bexda biryarekê li dijî Kurdistanê dide

Bexda biryarekê li dijî Kurdistanê dide

Rûdaw

Parlamenterekî Kurd ê li Bexdayê dibêje, Wezîra Tendirustiya Iraqê Edîle Hemûd daxwaz ji Encumena Wezîran kiriye ku pişka dermanên Herêma Kurdistanê neyê şandin. Berdevkê Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dibêje, hêj ew mijar nehatiye yekalîkirin û aliyên pêwendîdar hewla çareserkirinê didin.

 Parlamenterê ser bi Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Erefat Kerem ji malpera fermî ya PDKê re gotiye: Wezîra Tendirustiya Iraqê daxwazek pêşkêşî Encumena Wezîran kiriye bo qutkirina pişka Herêma Kurdistanê ji dermanan.

Erefat Kerem ragihand, hinceta wê biryara Wezîra Tendirustî ev e ku Kurdistan petrolê radetsî Iraqê nake.

Kerekm da xuyakirin, beşeke herî zêde ya wan derman û pêdawîsiyên pizîşkî ku ji Herêma Kurdistanê re tên şandin, ji bo awareyên Mûsilê û deverên din bi kar tên. Her ji ber wê jî ew weke parlamenterên Kurd bi tundî li dijî biryareke bi vî awayî ne.

Wî parlamenterê Kurd tekez kir, ku eger ev biryar were cîbicîkirin, ew dê Wezîra Tendirustiya Iraqê ji bo lêpirsînê bangî parlamentoyê bikin.

Derbarê wê mijarê de Rûdaêw pêwendî bi Berdevk û Rêvebirê Giştî yê Dîwana Giştî ya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr Xalid Qadir ve kir.

Dr. Xalis Qadir got: “Tişteke bi vî awayî heye, lê belê hêj yekalî nebûye û Wezîrê Tendirustiyê yê Kurdistanê hewla çareserkirinê dide”.

Dr. Xalid tekez kir: “Bûdceya nû ya ji bo dermanan a ji aliyê Bexdayê ve pir hatiye kêmkirin û di ser wê yekê jî dixwazin wê pişka niha jî nedin me, lê belê ew yek hêj piştrast nebûye”.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Bexda bi qasî %45ê dermanên Kurdistanê tîne.

Berdevkê Wezareta Tendirustiya Kurdistanê hişyariya wê yekê jî dide, ku qutkirina pişka dermanên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, pirsgirêkek mezin di sektora tendirustiyê ya Kurdistanê de çêdike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi