Civata asayîşa herêma Kurdistanê desteser kirina grubeka terorîst ragîhand
Çavkanî :Waar –Duhok
Civata asayîşa herêma Kurdistanê ragîhand ku bi hevpişkîya hêzên asayîşa Duhokê kiryareka terorîstî hat jinav birin.
Civata asayîşa herêma Kurdistanê ragîhandinek belav kir û têda dîyar kir; di operasyoneka hevpişk ya hêzên ajansa parastina herêma Kurdistanê û hêzên asayîşa Duhokê da, kiryareka terorîstî hat jinav birin û aşkere kir; kiryara terorîstî li gundê xir mir yê nawçedarîya Eyazîyê ya ser bi Tileferê ve hate jinav birin.
Herwesa xuya kir; terorîst Ednan Mihemed Sadiq, yê nasyar bi Ebu Fatme ku xelkê Tileferê ye û ji pêkhateya turkmane, nîyeta xwe teqandinê li nava bazar hebû û Daişê ew raspardibû xwe li dawîya meha remezanê bi teqîne.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî