Hewlêr (Rûdaw)
– Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand, şerê medyayî ya li dijî Tevgera Gorranê rawestandiye. Gorranê jî ragihand, ku ew pêşwazî li vê biryara PDKê dikin û hêvî dikin ku ev pêngav bibe sedema çareserkirina arîşeyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê.
Endamê Ofîsa Ragihandin û Rewşenbîrî ya PDKê Salar Osman ji Rûdawê re ragihand: “Wek nîşanana niyetpaqijiyê û li ser daxwaza komek ji kesatiyan, bi biryara polîtboru û serkirdatiyê, PDKê bêyî ti mercan şerê medyayî li hember Tevgera Gorranê sekinand.”
Salar Osman behsa wê jî kir ku ji niha û pê de her êrişeke medyayî rastî PDKê were, ew dê demildest û di dema xwe de bersivê bidin.
Osman tekez jî kir, ku ew êrişên ku pêştir wan di medyayê de arasteyê Gorranê dikir, pitir bo pêşkêşkirina belgeyên tomarên dengî bû.
Osman got: “PDK partiyeke wisa ye ku bi zimanê belgeyan dipeyive.”
Li hember wê yekê jî, Berpirsê medyaya Gorranê Ebdurezaq Şerîf ji Rûdawê re got, sekinandina şerê medyayî ji aliyê PDKê ve karekî baş e û tekez kir, ku ew vê biryara PDKê bi pêngavek erênî dibînin.
Ebdurezaq Şerîf destnîşan kir: “Wek medyaya Gorranê em hewl didin beşek bin ji çareseriya kirîzan. Ev pêngav destpêşxeriyeke baş e û em pêşwazî li vê pêngavê dikin.”
Derbarê wê yekê de ku gelo Gorran dê kengê şerê medyayî yê li dijî PDKê bide sekinandin, Şerîf da xuyakirin: “Me dest bi şerê medyayî nekiriye heya ku em rawestînin, lê belê zêdebarî wê çendê em dê rewşê li ber çav bigrin û emê hewl bidin beşek bin ji çareseriyê nek aloziyê.”
Piştî xwepêşandan û aloziyên meha borî li sînorê parêzgeha Silêmaniyê û êrişên ser baregeh û ofîsên PDKê li navçe û deverên girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, têkiliyên PDKê û Gorranê aloz bûn.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî