Bingehê laliş piştgerya helweîstê wekîlê mîrî û civata rohanya Êzidîyan di ke sebaret dirêj kirina wîlayeta serok Barzanî
Veguhastin \ Çinar Şemo
Piştgerî û palpiştya wê beyannama li roja syê şembyê li 11/8/2015 li perstgeha laliş hatye ragehandin di kin ya ku ji alyê wekîlê mîrê Êzidîyan û endamên Civata Rohanîya Êzidîyan û çendîn kesayetyên Êzidî û rih sipî û maqulên Şingal û welat şêx û Başîk û Behzn derketî , ku têda daxwaz hat kirin wilayeta Serok barzanî bi dome , em jî wek desteya bilinda bingehê laliş yê rewşenbîrî û komelayetî li Duhokê piştgîrî û palpiştya xwe bo vê beyan namê dîar di kin .
Ci pê nevê rewşa îro Kurdistan têde gelekî hestyare û amaje di de hindek guherînên çarenvîs saz, ji ber wê rewşa niha ya Sîasî , Abûrî, Amnî ya kurdistan têde derbaz di be wisa li me di ke daxwaz bikin mawê serokatya serok barzanî were domandin .
Dûpad di kin ku serok barzanî gerentîye ji bo imnahî û hîvî û omêdên xelkê kurdistanê bi tevahî , û ji wan hemû pêkhatên olî û neteweî , ji ber ku ew serborên berê yên heyn vî berêzî , her ji destpêka peyda bûna bizava rizgarî xwaza Kurdistanê û heta îro , her wisa serkrdatya wî ya rasewxo ya hêzên pêşmergî ji bo rizgar kirina hemû deverên Kurdistanê yên tîrorstên daeş dagîr kirîn û ji wana jî devera Şingalê û zivrandina serferazya xelkê wê û sizadana wan kesên dest di kuştin û revandina Êzidîyan da hebûyî, ev çende hemû me pal di de piştevanyê li mana serok barzanî bikeyîn .
Di bînin mana serok barzanî di desthelatdaryê de peyameke geşbînye û paşeroja me bi mana wî geştire , û hebûna wî gerentye bo hemû pêkhatên olî û neteweî ku mafê xo bi destvevbînin û dê di yeksan bin di gel hemû pêkhateyên dî yên kurdistanê li duyf erk û mafên xo yên desturî .
Di mawê heşt salên dumahyê yên serokatyê da, Barzanî karye kar û xebata mezin bo bi dest ve înan û xoş kirina rewşa aborî û amnî ya kurdistanê biket, her dîsan li ser demê wî Herêma Kurdistanê cihekî mezin di nava welatên cîhanê û herêmî da bi destve înaye di gel çêkrna peywendyên ramîarî û dîblomasîyên mezin û berfireh di gel welatên cîhanê heta ku herêma kurdistanê bûye yarîkerekî serekî di gorepanê da û rolekî giring gêraye di ber qurarekrna aştyê da li deverê .
Ji ber hindê em wek bingehê laliş piştevanyeke bihêz li man û dirêj kirna mawê serok Barzanî di keyn û berjewenyên bilindên giştî yên herêma Kurdistanê li pêşya her berjewendî û meremekê ne.
Şêx Şamo Şêxo
Serokê desteya bilinda bingehê laliş
Yê rewşenbîrî û komelayetî
11\8\2015
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî