Lawekî kurdê Êzidî xelkê Şingalê pêşengeheke kevalan nimaîş kir
Çinar Şemo
Piştî wê karesata bi serê xelkê me yê Şingalê hatî genc û lawên Êzidî bi qelemê xwe hebûna xwe nîşan di din .
Lawekî xelkê Şingalê bi navê (Musafir Qassim) rabû bi ve kirina pêşengeheke kevalên honerî bi şêweyê wêneyan bi navê Şingal û têda ew êş û azar û girtin û kuştina xelkê Şingalê dîtî bi şêweyê kevalên honerî wêne kirîn ji bo xelekê pêşanda ev pêşengeh li roja 30/7-3/8 ku bo mawê sê rojan li parka Şaneder li Hewlêra paytext hat nimaîş kirin .
di vê pêşengehê de gelek ji berpirs û ronakbîr û xelkê sivî hazir bûn û ji wan rûnak bîr û honermendê mezin D.Ferhad Pîrbal û D.Mîrza Dinani û gelekên din.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî