Rêkxrawek dê harîkaryîa jinên zerer lê ketî bike
Veguhastin \ Çinar Şemo
Bi merema hayîdarî li ser wan keç û jinên Êzidîyan yên zerer lê ketî ji destên Da’ş rêkxrawa Hartland seredana bingehê laliş kir û piştevanya xo bo wan keç û jinan dûpat di ke .
Frîdrîk Şmîter rêkxera rêkxrawa dîar kir got: armanca me xizmet kirina van keç û jinaye û dê hewldeyîn her çi pêtvî bit li bingehê laliş bikeyîn bo hindê harîkarya wan bête kirin .
Ji bal xove jî berêz Şemo Qasim berpirsê rewşenbîrî li bingehê laliş supasyîa şandê navbirî kir û bi dirêjî li ser kar û xebata bingehê laliş kir , got jî bingehê laliş berdewam vê hemahengyê li gel rêkxrawa di ke bo hindê her çi zûye xizmeta van keç û jinan bête kirin .
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî