July 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Sala 2023yan li cîhanê çi qewimî?

Sala 2023yan li cîhanê çi qewimî?

Hewlêr (Rûdaw) – Sala 2023yan bi karesatên xwezayî yên wekî teqîna volqanan, erdhej û lêhiyan dest pê kir û bi şerên dijwar ên Ukrayna-Rûsya û Îsraîl-Hemasê bi dawî dibe.

Li seranserê cîhanê li aliyekî karesatên xwezayî û li aliyê din jî şer û pevçûnên ku dest pê kiriye bandoreke mezin li ser jiyana mirovan kir.

Di erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê de li bakur û başûrê Kurdistanê, Sûriye û Tirkiyeyê zêdetirî 56 hezar kesan canê xwe ji dest da.

Li pey wê, erdheja Fasê (Mexrib) û lehiya Lîbyayê bûn sedema mirina bi hezaran mirovan.

Bi giştî di karesatên xwezayî û pevçûnan de bi milyonan kes neçarî koçberiyê bûn.

Şerê Îsraîl û Hemasê

Baskê çekdar ê Hemasê Lîwayên Qesamê, sibeha 7ê Çiriya Pêşînê bi navê “Tofana Eqsayê” êrişeke berfireh li dijî Îsraîlê da destpêkirin.

Di encama êrişan de Îsraîlê şer ragihand.

Li gorî agahiyên herî dawî, heta niha 20 hezar û 258 Filistînî û hezar û 200 Îsraîlî hatine kuştin.

Li aliyê din bi hezaran Xezeyî koçber bûn û bi şert û mercên dijwar re rûbirû ne.

Berdana dîlên Îsraîlî

Şerê Rûsya û Ukraynayê

Artêşa Rûsyayê ku 24ê Sibata 2022yan êrişî Ukraynayê kiribû, cara duyem Kanûna Paşîna 2023yan êrişî herêma Donbasê kir.

Moskowê piştî şerê herî dirêj û xwînrêj, di meha gulanê de ragihand ku Baxmut kontrol kiriye.

Kîevê jî bi armanca vegerandina axa Baxmutê dest bi êrişê kir lê tenê çend gundên li bşûr û rojhilatê axa wê lê vegeriyan.

24ê Hezîranê, şervanên serhildêr ên koma Wagnerê ber bi Moskowê ve meşiyan. Piştî helwesta tund a Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serokê Koma Wagnerê Yavgeny Prigozhin hêzên xwe paş ve kişandin.

Prizgozhin piştî du mehan di qezayeke balafirê de mir.

Kîevê îdia kir ku di nîvê meha çiriya paşînê de ew bi qasî çend kîlometreyan pêş ve çûne.

Şerê Rusya û Ukraynayê

Erdhejên Fas û Tirkiyeyê

6ê Sibatê, li bakur û rojavayê Kurdistanê û Tirkiyeyê erdheja herî mezin a 100 salên dawî rû da.

Di encama erdhejê de li li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 6 hezar kesan, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî herî kêm 50 hezar kesî canê xwe ji dest da.

Erdheja Mereşê

Li herêma Marakeşê ya Fasê (Mexrib) 8ê Îlonê bi hêza 6,8 pileyan erd hejiya. 

Di encama erdhejê de 3 hezar kes mirin û zêdeyî 5 hezar û 600 kesî birîndar bûn.

Di erdhejê de, li 3 hezar gundan 60 hezar avahiyî zerer dît.

Erdheja Fasê

Darbeyên li Efrîkayê

Li Afrîkayê îsal 2 darbeyên leşkerî çêbûn.

26ê Tîrmehê, li Nîjerê artêşê bi hinceta “rewşa ewlehiyê ya xerabûyî” dest danî ser desthilatê.

Serokê ku îstifa kir Mohamed Bazoum ji wê demê ve li mala xwe di bin tecrîdê de tê girtin.

Li Gabonê Serokkomar Alî Bango Ondimba ku ji ber neheqiyan dihat rexnekirin piştî hilbijartinan 30ê Tebaxê bi darbeyê re ji rêveberiyê ket.

Rêveberî ket destê General Brice Oligui Nguema.

Di encama şerê di navbera General Brice Oligui Nguema û Mohammed Hamdane Daglo de herî kêm 10 hezar kesan canê xwe ji dest da.

Fransa neçar ma ku 2022yan leşkerên xwe ji Malî û Komara Efrîkaya Navîn û sala 2023yan jî du koloniyên xwe yên berê Burkîna Faso û Nîjerê vekişîne.

Li Nîjerê darbe

Li Lîbyayê lêhî

10ê Îlonê li parêzgeha Derneyê ya Lîbyayê lêhî rabû û di encamê de herî kêm 3 hezar kesan cane xwe ji dest da û 11 hezar kes jî winda bûn.

Lehiya Lîbyayê

Rekora germahiyê û şewat

Li gorî navenda çavdêriyê ya Ewropî Copernicusê, ji hezîranê heta çiriya pêşînê li seranserî cîhanê mehên herî germ bûn.

Îsal li Kanadayê daristan şewitîn û di encamê de zêdetirî 18 milyon hektar şewitîn û 200 hezar kes jî koçber bûn.

Meha tebaxê li bajarê turîstîk Lahaînayê yê Hawaiyê şewat derket û di encamê de 97 kesan canê xwe ji dest da.

Li Yunanistanê agirê ku wekî agirê herî mezin ê Yekitiya Ewropayê hat tomarkirin derket. Di encama şewatê de 26 kesan cane xwe ji dest da.

Şewata Hawaiyê

Xelata Sakharovê

Li Parlamentoya Ewropayê Xelata Sakharovê pêşkêşî keça Kurd Jîna Emîniya ji Seqizê ku par polîsên exlaqî yên Îranê ew kuştibû hat kirin.

Lê ji ber ku rê li ber malbata Jîna Emîniyê hat girtin ku biçe Strasborgê, parêzerê malbatê li ser navê wan ew xelat wergirt.

Parêzerê malbatê dema vegeriya Tehranê hat desteserkirin û polîsan dest danî ser xelatê.

Xelata Sakharovê

Şerê Nogorno Qerebaxê

Azarbeycanê, 19ê Îlonê li hemberî Nogorno-Qerebaxê êriş da destpêkirin.

Rayedarên herêmî di nava 24 demjimêran de radest bûn û agirbest hat ragihandin.

Di encama êrişan de 600 kesî cane xwe ji dest da û 120 hezar niştecihên herêmê koçberî Ermenistanê bûn.

Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ji Bakuyê xwest ku niştecihên Qerebaxê bi awayekî “ewle” vegerin malên xwe. Hevdîtinên navneteweyî serkeftî derbas nebûn.

Şerê Nogorno Karabaxê

Teqînên volqanan

Îsal li Amerîka, Endonezya û Brîtanyayê çiyayên volqanîk teqiyan.

Volqana Kilaueayê ya li eyaleta Hawaiiyê yê Amarîkayê 6ê Sibatê çalak bû.

Li Endonezyayê 11ê Adarê volqana Merapiyê çalak bû. Bi wê re li Endonezyayê geştyarî û xebatên madenê rawestiyan.

Di heman rojê de, li çiyayê volqanîk Semeruyê jî 16 teqîn pêk hatin.

Li Brîtanyayê jî volkana Etnayê çend caran çalak bû. Cara yekem 21-22yê Gulanê, cara duyem 13ê Tebaxê, 13 û 27ê Çiriya Paşînê û herî dawî jî 2yê Kanûna Pêşînê çalak bû.

Teqînên volkanan

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi