July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê: Biryara hinardekirina petrola Kurdistanê di destê Tirkiyê de ye

Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê: Biryara hinardekirina petrola Kurdistanê di destê Tirkiyê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand, êdî mijara hinardekirina petrola Kurdistanê ne girêdayî herdu hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ye, niha biryar di destê Tirkiyê de ye.

Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê Asim Cîhad ji K24ê re ragihand: “Pirsa hinardekirina petrola Kurdistanê êdî ne girêdayî hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ye, niha di destê Tirkiyê de ye. Divê ew rê ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bide. Ger ew derî vebe dê hemû pirsgirêk çareser bibin.”

Roja 23ê Tebaxa borî Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Abdulxanî li Enqerê bi Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar re hevdîtin kir. Her du aliyan di daxuyaniyeke hevbeş de got: “Piştî kontrolkirin û çakkirina beşek ji boriya petrolê ya Iraq-Tirkiye ku piştî erdheja 6ê Sibata 2023an zirar dîtibû, giring e di zûtirîn dem de hinartina petrolê ji nû ve were destpêkirin.”

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê got jî: “Her du şandên Iraqî û yên Tirkiyê li ser wê yekê li hev kirine ku gotûbêj berdewam bin.” Lê destnîşan kir jî, ji bo dubare destpêkirina danûstandinan di navbera her du şandan de, ti dîrok nehatiye diyarkirin.

Derbarê gilîkirina Tirkiyê li dijî Iraqê li dadgeha New Yorkê de Asim Cîhad got: “Ji mafê wan aliyên ku ji ber rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê ziyan dîtine, giliyê li aliyên din vekin. Lê em ji aliyê ti dadgehan ve nehatine agahdarkirin ku Enqere li dijî Bexdayê gilî kiriye.”

Asim Cîhad diyar kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 50 hezar bermîlên petrolê radestî SOMO dike, lê pirsgirêk niha rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Tirkiyê ye û em hêvîdar in di demeke nêzîk de hinardekirina petrolê dest pê bike.”

Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê got jî: “Rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê, rojane nêzîkî 400 hezar bermîl petrol li bazara cîhanê kêm dike û ev yek jî zirarê dide hemû aliyan.”

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi