July 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Di 6 rojan de nêzikî 700 hezar kesî serdana navendên geştyarî yên Herêma Kurdistanê kirine

Di 6 rojan de nêzikî 700 hezar kesî serdana navendên geştyarî yên Herêma Kurdistanê kirine

Hewlêr (Rûdaw) – Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di heyama 6 rojên borî de nêzîkî 700 hezar kes serdana navçeyên geştiyariyê yên Herêma Kurdistanê kirine ku nêzîkî 400 hezar ji wan geştyar bûne û herî zêde geştyaran serdana deverên geştyarî yên parêzgeha Hewlêrê kirine.

Berdevkê Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd ji Rûdawê re axivî û got “Di 6 rojên derbasbûyî de, ji 26-6-2023 heta 1ê Tîrmeha 2023, 689 hezar û 889 geştyar û ziyaretvan serdana navçeyên geştyarî yên Herêma Kurdistanê kirine.”

Îbrahîm Ebdulmecîd dibêje li gorî Rêxistina Tûrîzmê ya Cîhanî, geştyar ew kes in ku zêdetirî 24 saetan li cihekî dimînin, lê ziyaretvan ew in ku ji vê yekê kêmtir dimînin.

Berdevkê Desteya Geştûguzarî ya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku 143 hezar geştiyar serdana navçeyên geştiyariyê yên Hewlêrê, 113 hezar serdana Silêmaniyê, 96 hezar serdana Duhokê û 100 hezar geştyaran jî serdana Helebce kirine.
Berdevkê Desteya Geştûguzariyê amaje bi wê yekê kir ku li gorî rapirsîn û hejmarên ku di destê wan de ye, her geştyarek di dema mana 3 rojan a li Herêma Kurdistanê de di navbera 250 û 300 dolaran de xerc dike.

Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de ragihand, bi hemahengiya aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sektora taybet, hemû amadekarî kirine ku bi awayekî şaristanî pêşwaziya geştiyaran bikin û hemû hewlên xwe ji bo diristkirina atmosfereka aram û bi xêrhatina geştevanan daye.

Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê ji ber alîkariya wan spasiya karmendên polîsan, hêzên parastina sivîl û hawarçûnê, ewlehiya xalan, karkerên tenduristî, balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê, balafirgehên navneteweyî, hemû karmendên geştiyariyê, sektora taybet, veberhêneran, xwediyên projeyên geştyariyê, civakên geştyariyê, komeleyên hotêl û xwaringehan, sendîkayên avjenî û geştûguzariyê, hec û umreyê kir.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi