July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Aştî Koçer: Çend sale YNK û PKK û Heşdî Şeibî nav Şingalê ne û nikarin asayîşa bajarekî dabîn bikin

Aştî Koçer: Çend sale YNK û PKK û Heşdî Şeibî nav Şingalê ne û nikarin asayîşa bajarekî dabîn bikin

BasNews – Berpirsê baskê 17 yê PDKê li Şingalê ragehand, ev çend sale YNK, PKK û Heşdî Şeibî li nav Şingalê ne, çima nikarin asayîşa bajarekî dabîn bikin û koçberan vegerînin? Xelkê Şingalê asayîş û aramiyê dixwaze, nabe careke din rastî jenosîdê bên. Pêwîste koçber li gor rêkeftinê vegerin ku rastî ti jenosîdekî neyên.

Berpirsê baskê 17ê yê PDKê li Şingalê Aştî Koçer ji BasNewsê re ragehand: ‘’Heta Iraqê parêzgehekî ser bi Îranê be, li Şingalê alozî dê berdewam be.

Hikûmeta Iraqê nikare li gel efserên Heşdî Şeibî li Şingalê biaxive. Naha li her rawestekekî Şingalê aliyek heye, hikûmet nikare wan gruban li Şingalê derbixe. Qaymeqamtiya Şingalê mafê PDKê ye, lê em razîne ku herkesekî ku cîhê pejirandinê be û xizmeta xelkê Şingalê bike û yasayan cîhbicîh bike, bibe qaymeqam û em jî dê piştevaniyê lê bikin. Lê heta destê Îranê di axa Iraqê de hebe, ew pirsgirêk çareser nabin.’’

Herwaha got: ‘’Binke û cîhên hemû partî û grubên çekdar li Şingalê heye. Tenê molet ji bo PDKê nayê dayîn, ji ber ku ew partî û grubên çekdar nav Şingalê de baş dizanin ku tenê PDK dikare ola Êzdî û Şingalê biparêze û ji ber wê jî rêgiriyê dikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi