July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mîr Dasin Faruq Beg: Xelkê Şingalê geheştine wê baeriyê ku milîs naxwazin Êzdî li bajêr bimînin

Mîr Dasin Faruq Beg: Xelkê Şingalê geheştine wê baeriyê ku milîs naxwazin Êzdî li bajêr bimînin

BasNews – Kesayetiya malbata Mîrê Êzdiyan dibêje, li gel hemû astengî û nexwaşiyên koçberên Şingalê xelk dixwaze vegere ser mal û halên xwe, lê grubên çekdar xelkê naçar dikin bo derveyî welat koç bikin, ji ber naxwazin xelkê Êzdî li Şingalê bimîne.

Kesayeta malbata Mîrê Êzdiyan Mîr Dasin Faruq Beg ji BasNewsê re ragehand: Grubên çekdar hewl didin xelkê Şingalê naçarî koçberiyê bikin û ev planekî metirsîdare û ew hêzên çekdar dixwazin Êzdî li Şingalê nemînin. Ji ber wê jî hemû şiyana xwe bikartînin ji bo nehêlin koçber vegerin û rêkeftina Şingalê cîhbicîh nebe û aramî li Şingalê çênebe.

Herwaha aşkera kir, herçend ew grubên çekdar astengiyan ji bo xelkê koçber ê Şingalê yê di nav kampan de ne çêdikin jî, lê xelk vedigere ku plana çekdaran pûç bike.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi