July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Lêkolînvanê Aborî: Pirsgirêka Bexdayê li gel şandina nefta Herêma Kurdistanê ya bi rêya bendera Ceyhanê ve tine

Lêkolînvanê Aborî: Pirsgirêka Bexdayê li gel şandina nefta Herêma Kurdistanê ya bi rêya bendera Ceyhanê ve tine

BasNews – Lêkolînvanê aborî Behroz Cehfer ragehand, pirsgirêka Bexdayê li gel şandina nefta Herêma Kurdistanê ya bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê ve tine û berevaî wê, nefta Kerkûk û Herêma Kurdistanê her divê bi wê rêyê ve bê şandin.

Doktarayê pêwendiyên aborî yê  navnetewî û damezrîner û Serokê Enstutiya Mediterranean a lêkolînên herêmî (MIRS) lêkolînekî xwe ji BasNewsê re şandiye û behsa biryara Dadgeha Parîs a derbarê firotina nefta Herêma Kurdistanê kiriye û ragehandiye: ‘’Pirsgirêka Bexdayê li gel şandina nefta Herêma Kurdistanê ya bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê ve tine.

Berevajî wê nefta Kerkûk û Herêma Kurdistanê her divê bi wê rêyê ve bê şandin.’’ Û dibêje: ‘’Bi taybet ew xeta Herêma Kurdistanê ya ku tê gotin nezagonî ye, Bexda bixwe jî ji sala 2017ê ve rojane 80 bo 150 hezar bermîlên nefta Kerkûkê di heman deverê de dişîne bo Bendera Ceyhan. Ew jî ji ber DAIŞê sala 2014ê ve xeta boriya Kerkûk – Ceyhanê teqandiye, ku heta naha nehatiye nûjen kirin.’’

Li gor wî lêkolînvanî biryara dadgeha Parîsê bandorê li ser firotina nefta Herêma Kurdistanê nabe, ji ber berî zelalbûna encama dadgeha Parîs, ku ew doz 9 sal berî naha hatibû vekirin, Iraq û Tirkiyê ji aliyê siyasî ve ew pirsgirêk di navbera xwe de zelal kiribûn. Herwaha Bexda û Hewlêr jî di vê mijarê de û pirsa budce û derxistina yasaya neft û gazê de qonaxeke baş pêşde çûn, derveyî wê jî Tirkiye ewqas guh nade dadgehên navnetewî û em dizanin Ewrupa û Amerîka bi derxistina NATOyê fişar li ser Tirkiyê çêkirin, lê dîsa jî Tirkiyê mûşekên S-400 ên Rûsyayê kirîn.’’

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi