July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Zaxo – Zêdetirî 30 xaniyan ji kêmderametan re hatin pêşkeş kirin

Zaxo – Zêdetirî 30 xaniyan ji kêmderametan re hatin pêşkeş kirin

BasNews – Di destpêka meha Remezan a pîroz a îsal ve bi bernameyekî rêxistinî ya serpereştyarê îdareya serbixwe ya Zaxo, her êvariyekî li gel malbatekî kêmderamet fitar vekir û kilîla xaniyekî pêşkeşî wê malbatê kir û duh êvari jî di civîneke çapemeniyê de behsa wî karê xêrxwaziyê kir.

Serpereştyarê îdareya serbixwe ya Zaxo Guhdar Şêxo di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Hûn hemû agahdarin ku di meha Remezan a pîroz de li gel bazirgan, sermayedarên Zaxo û deverên cuda, hin alîkarî ji xelkê kêmderamet re hatin pêşkeş kirin. Xizmet kirina xelkê erkê me ye û ti minet li ser kesê jî em nakin, ji ber ku kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi serpereştiya Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kiribû, ku ev kabîneye kabîneya xizmet kirina xelkê ye û me jî berdewamî bi wê xizmetê kir.’’

Herwaha got: Dewlemendên Zaxo, Duhok, Hewlêr û deverên cuda li gel Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî roleke giring lîstin, ku em bikarin bernameya xwe bi serkeftî cîhbicîh bikin û zêdetir ji 30 xaniyan ji bo xelkê kêmderamet û zarokên nazdar ên sêwî yên bê dayîk û bav û kirêciyan dabîn bikin û soz jî didin sala bê jî hîn baştir xizmetê ji xelkê îdareya serbixwe ya Zaxo re bikin.’’

Guhdar Şêxo got: ‘’Herwaha alîkariya darayî li gor rêjeya hejariyê li ser zêdetir ji 3 hezar malbatan hate belav kirin, 3 hezar 500 paketên xorak li ser xelkê kêmderamet hate dabeş kirin û gelek bernameyên din ên xêrxwaziyê di vê meha pîroz de hebûn, ku sermayedarên Zaxo piştevaniya vî karî kirin. Em soz didin xelkê li ser rêbaza Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berdewam bin di xizmeta xelkê xwe yê xoştivî de.’’

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi