Mesrûr Barzanî biryar da ku alîkariya darayî bê dayîn ji bo xwendekarên zanîngeh û peymangehan
BasNews– Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pesend kir ku zêdetir ji heft milyar dînar ji bo piştgirîkirina xwendekarên zanîngeh û peymangehan were terxankirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bernameya kabîneya nehemîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê pesend kir û mehane zêdetirî 7 milyar û 250 milyon dînar ji bo piştgiriya xwendekarên zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê xerc bike û ji bo sala akademîk (2022-2023) ji beşên navxweyî re xizmet pêşkêş dikin.
Ev mîqdar dê bi heman şêweya sala xwendinê ya 2021-2022 li ser butçeya zanîngeh û peymangehan were veqetandin.
SA
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî