July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mereş: Karesatên mirovî berdewam in

Mereş: Karesatên mirovî berdewam in

Hewlêr (Rûdaw) – Li Mereşa Bakurê Kurdistanê gelek kes di bin kavilan de mane, lê tîmên hewarçûnê berdewam in li ser karên xwe û ew hewil didin ku kesekî di bin avahiyeke 11 qatî rizgar bikin.

Yek ji bajarên karesata herî mezin lê bûye parêzgeha Mereşa Bakurê Kurdistanê ye.

Tîmên hewarçûnê li bendê ne ka li kîjan avahiyan de deng tê bihîstin, ku bikarin wan rizgar bikin, lê nebûna kelûpelan û rêjeya mezin ya wêraniyê gelek astengî bo wan çêkirine.

Dibe gelek term hebin, lê wiha naxuye li vê avahiyê kesekî sax mabe. Li aliyekî din dengekî kêm tê guhê tîman. Hewl didin zilamekî ji bin avahiyekê rizgar bikin ku berê wek apartmana 11 qatî dihat naskirin.

Tekbîr kirin û dengê allahûekberê li navçeyê bilind bû.

Endamekî tîmê rizgarkirinê dibêje: “Min xewn dîtibû ku îro yekî rizgar dikim, me ligel hevalên xwe bi dil û can kar kir.”

Tarîkî û serma şevê, li ber lêgerîn û kolandina tîman nabin asteng. Di bêdengiyeke tam de, dengê kurekî 10 salî hat bihîstin.

Ew hat rizgarkirin, lê dayîka wî ku heta nefesa xwe ya dawî ew hembêz kiribû, derfeta wê ya jiyanê nebû û canê xwe ji dest da.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi