May 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serokê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî: Erdhejê rewşa Rojavayê Kurdistanê dijwartir kiriye

Serokê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî: Erdhejê rewşa Rojavayê Kurdistanê dijwartir kiriye

BasNews – Serokê Dezgayê Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ji behsa pêwendiya telefonî ya Serok Barzanî kir û got: “Piştî hevdîtina me ligel Efrînê, gihandina alîkariyên ji bo ziyandîtiyên erdhejê, Serok Barzanî bi derfet zanî ku ji nêzîk ve sersaxiyê li  kesûkarên qurbaniyan bike û piştevaniya xwe ji bo ziyandîtiyan û gelê Rojavayê Kurdistanê dubare bike.

Herwiha Mûsa Ehmed di hevpeyvîna de li gel peyamnêrê K24ê Îslam Yûsif ku niha li bajarê Cindirêsê yê ser bi Efrînê ve ye got: “Serok Barzanî spasî hemû karmendên tîmên hawarhatinê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî kir ku alîkariya ziyandîtiyên erdhejê kirine û tekez kir ku divê bê cudahî, alîkarî û xizmeta hemû qurbaniyên wan deveran bikin.”

Herwaha got: “Serok Barzanî bi berdewamî çavdêriya pêngavên gihandina alîkariyan û kar û xebatên tîmên hawarhatinê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê dike.”

Derbarê ziyanên erdheja li navçeyên Efrînê de jî Mûsa Ehmed got ku karesateke mezin li herêma Efrîn û Cindirêsê bi taybet rû daye, ji ber vê yekê ew bi hemû hêza xwe kar ji bo berdewamkirina gihandina alîkariyê dikin. Da zanîn jî, karwana alîkariyên niha, têra hemû ziyandîtiyan nake, ji ber wê jî karwaneke din a alîkariyan ber bi Rojavayê Kurdistanê ve diçe.

Mûsa Ehmed diyar kir, ew bi rêxistin û aliyên din ên navdewletî re di pêwendiyê de ne ji bo şandina alîkariyên zêdetir ji herêma Efrînê re û dê berdewam bin li ser dirustkirina hevahengiya zêdetir ji bo vê mebestê, ji ber wê jî dê ofîsa Dezgayê Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê vekin.

Tê çaverêkirin ku zêdetirî 20 hezar çadir û pêdiviyên din ji bo ziyandîtiyên erdheja Rojavayê Kurdistanê bêne dabînkirin, ji ber xelkê herêmê ji ber sermaya zivistanê di rewşeke mirovî ya xirab de ne.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi