June 27, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mistefa Kazimî dê beşdarî Lûtkeya Siûdiyê bibe

Mistefa Kazimî dê beşdarî Lûtkeya Siûdiyê bibe

Hewlêr (Rûdaw) Nivîsîngeha ragihandinê ya Serokwezîriya Iraqê ragihand ku Mistefa Kazimî dê beşdarî lûtkeya ku di destpêka hefteya bê de li Erebistana Siûdî bi beşdariya serokên welatên Kendavê, Misir, Urdun û Amerîkayê birêve biçe, bibe.

Nivîsîngeha ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî roja 13ê Tîrmeha 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, biryara beşdariya Mistefa Kazimî ya lûtkeyê li ser vexwendina Şahê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz hatiye dayîn di çarçoveya pabendbûna berdewamiya hikûmetê ji bo pêşxistina peywendiyên dîplomatîk.

Li gorî daxuyaniya Nivîsîngeha ragihandinê ya Kazimî, di lûtkeyê de dê mijarên enerjiyê, ewlehiya xorakê, pirsgirêkên jîngehê û hevahengiya di navbera gelên herêmê de werin gotûbêjkirin.

Lûtke dê di 15ê Tîrmeha 2022an de li Riyad a Erebistana Siûdî dest pê bike.

Her wiha Serokê Amerîkayê Joe Biden roja 13ê Tîrmehê gihîşte Îsraîlê, piştî Îsraîlê ji bo ku bi Mehmûd Abbas re hevdîtinekî bike û ji wir jî dê beşdarî Lûtkeya Siûdiyê bibe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi