August 18, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Macron: Zextên me dê ji bo rawestandina êrîşên Rûsyayê bidomin

Macron: Zextên me dê ji bo rawestandina êrîşên Rûsyayê bidomin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron destnîşan kir ku ti baregeheke NATOyê li Ukraynayê tune ye û tiştê ku Rûsya dike, sivikatîkirina li dîroka Rûsya û Ukraynayê ye.

Emmanuel Macron di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand: “Sivikatî bi hemû wan aliyan tê kirin ku li dijî Naziyan şer kirine, ev şerê tolhildanê ye û armanca wê vegerandina Ewropayê bo serdemên tarî yên şer e.”

Macron diyar kir: “Fransa, Yekîtiya Ewropayê, Brîtanya, Amerîka, Kanada û welatên din bersiva vî şerî dane, ku serweriya welatekî kiriye armanc û em bi rêya dayîna kelûpelên pêwîst bo berevaniya xwe, piştevaniya temamê gelê Ukraynayê dikin.”

Serokê Fransayê dibêje: “Li Neteweyên Yekbûyî deng li ser şermezarkriina reftarên Rûsyayê hatiye dayîn, da ku serkirdeyên Rûs fêm bikin ku tiştê dikin karekî ne rewa ye.”

Herwiha eşkere kir: “Rêkarên me li dijî Rûsyayê berdewam dibin û di vê çarçoveyê de jî, me heta niha çendîn siza bi ser Rûsya û serkirdeyên wê û hevpeymanên wê de sepandine, pereyên wan li Ewropayê hatine blokkirin, tîmên wan ji pêşbaziyên cîhanî hatin bêparkirin û me hesabên bankayên Rûsyayê ji sîstema hewalekirina darayî ya cîhanî (SWIFT) dûr xistin, ev jî bû sedema daketina Rubleya Rûsî li hember diravên din ên cîhanê.”

Macron spasiya dezgehên ragihandinê yên ku li nava Ukraynayê êrîşan dişopînin, kir û got: “Em spasiya wan dezgehan dikin ku bûyerên Ukraynayê radixin ber çavê cîhanê.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi