December 07, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Rewşa Şingalê metirsîdar e – PKK û artêşa Iraqê li hemberî hev rawestiyane!

Rewşa Şingalê metirsîdar e – PKK û artêşa Iraqê li hemberî hev rawestiyane!

BasNews – Berpirsekî PDKê li Şingalê ragehand, piştî ku artêşa Iraqê rê neda aloziyên PKKê, PKK niha daxwaza alîkariyê ji Heşda Şeibî dike.

Berpirsê navçeya PDKê li Şingalê, Silêman Hesen ji BasNewsê re got, duh êvarê çekdar û alîgirên PKKê dixwastin li Şingalê xwepêşandanê bikin û peykera serkirdeyê xwe yê bi navê Zerdeşt Şingalî, ku demekî beriya niha ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatibû kuştin, li nav bajêr daynin.

Silêman Hesen her wiha got, lê artêşa Iraqê rê neda PKKê û pêşiya aloziyên wê girt.

Wî berpirsê PDKê anî ziman jî, niha PKK dixwaze bi rêya Heşda Şeibî rizamendiya artêşa Iraqê bo danîna peykera serkirdeyê bistîne.

Bi gotina Silêman Hesen, artêşa Iraqê hêzek mezin li nav Şingalê û deriyên bajêr bicîh kiriye û PKKê jî çekdarên xwe li nav Şingalê bicîh kiriye. Her du hêz li hemberî hev rawestiyane.

Berpirsê koç û koçberan li Duhokê, Eskender Mihemed jî ji BasNewsê re got, ew aloziya ku li Şingalê heye, nahêle awareyên Şingalê vegerin ser cih û warê xwe.

Çavdêrê siyasî Hadî Sifoka jî ji BasNewsê re got, çekdarên PKKê li nav xelkê de dibêjin ew serkirdeyê wan yê ku hatiye kuştin, endamê fermî yê artêşa Iraqê bûye loma dixwaze bi rêya Heşda Şeibî peykera wî li Şingalê bicîh bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi