Li Tirkiyê krîza aborî mezin dibe
Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiye rûbirûyê krîzeke aborî bûye. Roj bi roj lîreyê Tirkî li beramber hemû diravên biyanî bihayê xwe ji dest dide. Yek dolarê Amerîkî bi nêzîka 10 lîreyên Tirkî danûstandin pê tê kirin.
Xelkê Tirkiyê ji vê rewşê nîgeran in û partiyên opozisyonê jî dibêjin, dema wê desthilatê qediya ye ku li navxwe û derve welat rûbirûyê krîzê kiriye û baweriya xelkê ji dest daye.
Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Ali Babacan got: “Siyaseta derve ya desthilatê nîne û mixabin baca nebûna siyaseta derve, bi paşketina welatê xwe û ji destdana giraniya welatê xwe didin. Niha li cîhanê êdî wek welatekî bi îtîbar behsa Tirkiyê nayê kirin. Di şev û rojekê de helwêst diguhere û ne xuya ye çi dike. Em bûne welatek ku di her kêliyekê de hemû tiştek jê bê çaverêkirin.”
Hejmarek ji wan kesên di sektora bankî ya Tirkiyê de kar dikin, di daxuyaniyên xwe de bo medya biyanî amaje bi wê yekê dane ku veberhênerên biyanî berdewam ji Tirkiyê vedikişin, dravên xwe ji lîreyên Tirkî bo diravên biyanî diguherin û di heft hefteyên borî de danûstandin û pevguhertina dirav ji aliyê veberhênerên biyanî ve li bankeyan gehiştiye 6.2 milyar dolar. Serokê CHPê dibêje, ne tenê veberhênerên biyanî, welatiyên Tirkiyê jî ji ber nebûna baweriyê pereyên xwe bi dolar dixin bankeyan.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got: “Ev pirsyar pirsyareke girîng e, pirsgirêka herî bingehîn a vê desthilata ku niha fermanrewayiyê dike çiye? Pirsgirêka herî bingehîn ew e ku baweriya xelkê pê nemaye û jê bawer nakin. Niha ji sedî 56.9ê wan pereyên di bankeyan de hatine razandin diravên biyanî ne, ne lîreyên Tirkî. Eger bawerî hebe hemû kes bi lîreyên Tirkî pereyan dirazîne. Baweriya wan bi desthilatê nîne. Desthilateke ku bawerî ji dest dabe, şensê wê nîne welat bi awayekî tendirûst birêve bibe.”
Veberhênerên biyanî ji wê yekê nîgeran in ku eger Banka Navendî ya Tirkiyê li ser daxistina faîzê berdewam be, ne dûr e ji ber bilindbûna enflasyon û jidestdana bihayê lîre, neçar bibe careke din ji nişka ve faîzê bilind bike.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî