July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Berdevkê Wezareta Derve ya Polandê bo Rûdawê: Em rê bi derbasbûna ti koçberekî nadin

Berdevkê Wezareta Derve ya Polandê bo Rûdawê: Em rê bi derbasbûna ti koçberekî nadin

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Derve ya Polandê, Belarûsê bi “xapandin û bikaranîna” koçberan tometbar kir û wek sedema rewş û krîza li ser sînor jî ew welat nîşan da.

Berdevkê Wezareta Derve ya Polandê Lukasz Jasina beşdarî bultena Rûdaw TVyê bû û behsa pêla koçberan a ber bi Polandê ve kirk u niha bûye krîzek.

Lukasz Jasina dibêke, “Sînorê  Yekîtiya Ewropayê li gel welatên derve, sînorê  dinavbera Polond û Belarûsê de ye, em vî sînorî diparêzin, ji bo Polond , Almanya û ji bo her welatekî Yekîtiya Ewropayê, em sînor ji ber koçberên hejar naparêzin, ku ji aliyê Belarûs ve hatine xapandin, lê ji ber pirsgirêkên ku ji aliyê Bêlarûsayê ve tên kirin , em diparêzin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Polandê peyamek jî arasteyî koçberan kir, “Peyama min ji bo hemû koçberên ku niha li aliyê Belarûsê ne, ew e ku berê xwe nedin vir, em rê nadin hûn derbasî vir bibin, hûn dixwazin bi qaçaxî derbas bin, hûn qurbaniyên Lokashenko ne.”

Jasina dibêje jî, “Ew koçber niha li aliyê Belarûsê dimînin, em nikarin ti alîkariyê bo wan pêşkêş bikin, me hewl da şandên mirovî bişînin Bêlarûsyayê, daku alîkariya wan bikin, lê Bêlarûsya rê neda wan derbasî wir bibin. Divê Bêlarûsya alîkariya wan bike.”

Ev yek di demekê de ye, bi hezaran koçber ku piraniya wan Kurd in û dixwazin di ser Belarûsê re biçin Polandê û piştre jî herin welatên din ên Yekîtiya Ewropayê (YE), li ser sînorê di navbera her du welatan de lasê mane û li benda derefetekê ne daku bikarin derbas bibin. Koçber di nava şert û mercên giran ên avhewa û eraziyê de têkoşîna jiyanê didin.

Koçberên ku piraniya wan ji Herêma Kurdistan û Iraqê ne, piştî ku ji xala sînorî ya Bruzgi ya herêma Grodno ya Belarûsê derbasî sînorê Polandê bûn, şeva xwe li ser sînor derbas kirin.

Nêzîkî 2000 koçber ku di nav de gelek zarok û jin hene, bi şev li ser sînor ji xwe re kon vedan û şeva xwe di nava konan de derbas kirin.

Li herêma ku bi şev germahiya hewayê dadikeve jêr sifirê, koçber bi şewitandina darên ku jê dikin û ji daristanê berhev dikin xwe germ dikin, herwiha koçberên li ser sînor bi kêmasiya av û xwarinê re jî rû bi rû dimînin.

Li gor daneyên fermî, ji destpêka îsal ve zêdetirî 4 hezar û 100 koçber ji Belarûsê ve çûne Lîtwanyayê, ku beşa herî zêde ya wan koçberan xelkê Herêma Kurdistan û Iraqê ne.

Piştî qayîmkirina sînorên Lîtwanyayê, ji Tebaxê ve nêzîkî 26 hezar koçberên neyasayî hewl dane derbasî Polandê bibin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi