July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Penaberên Iraqê bi rêya balyozxaneya Moskowê ve dê bên vegerandin

Penaberên Iraqê bi rêya balyozxaneya Moskowê ve dê bên vegerandin

BasNews – Îro 10.11.2021ê hikûmeta Iraqê ragehand, ew penaberên dixwazin vegerin, dikarin bi rêya balyozxaneya Iraqê ya li Moskowê ve alîkarî dê ji wan re bê kirin û ew dê ji welatê xwe re bên vegerandin.

Şêwirmendê Cîgirê Wezîrê Koç û Koçberan li Iraqê Kerîm Nûrî ji ajansa nûçeyan a sputnik a Rûsî re ragehand, hikûmeta federal hewl dide ew penaberên Iraqî yên li Belarus asê mane, li ser daxwaza xwe bi rêya balyozxaneya Moskowa ya li Rûsyayê ve dikarin vegerin welatê xwe.

Herwaha got, hikûmeta federal a Iraqê hemû asankariyekî dê bike bi rêya balyozxaneya xwe ya li Moskowa ve dê ew penaberên xwazyarê vegerê ne. Ji ber li welatê Belarusê balyozxaneya Iraqê tine, bi naçarî hemû kar bi rêya Rûsyayê ve dê bên rêvebirin.

Kerîm Nûrî amaje bi wê yekê jî kir ku biryara ragirtina geştên esmanî yên navbera Iraq û Belarûs jî ji bo nîşandana niyeta paqij a Bexdayê ye bo Yekitiya Ewrupa. Ji ber berî naha Yekitiya Ewrupayê gef xwaribûn ku eger geştên neyasayî yên penaberan ber bi Ewrupa ranegire wê demê dê cezayan li ser Iraqê bisepînin.

Penaberên Iraqê, ku hemwelatiyên Herêma Kurdistanê jî di nav de ne, li ser sînorê navbera Belarûs û Polonya û Lîtwanya de di rewşekî xirab de mane.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi