April 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Wezareta Tendirustiya Iraqê amarên fermî yên şewata nexweşxaneya Nasiriye ragihand

Wezareta Tendirustiya Iraqê amarên fermî yên şewata nexweşxaneya Nasiriye ragihand

BasNews– Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê îro bi amareke nû hejmara qurbaniyên şewata nexweşxaneya El-Husên li Nasiriye ragihand û diyar kir di bûyerê de 60 kesî canê xwe ji dest dane.

Ev yek di demekê de ye, berpirsên Iraqê heta şeva borî diyar dikirin ku hejmara qurbaniyên şewata nexweşxaneyê, bi ser 90 kesî ketiye.

Di daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê de hat, amarên qurbaniyan ên di demên dawî de li dezgehên ragihandinê û li torên civakî hatine weşandin, ne rast in.

Herwiha di daxuyaniyê de hat, piştî bidawîbûna karên tîmên Berevaniya Şaristanî û Bijîşka Dadî li nexweşxaneya Îmam El-Husên, hejmara qurbaniyên ku nasnameya wan hatine naskirin 39 kes in û nasnameya 21 termên din jî nehatine naskirin.

Herwuha Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, ew niha kar ji bo naskirina nasnameyên wan 21 terman dikin û her dema rêkarên Bijîşkiya Dadê biqedin û nasname bên naskirin, dê rabigihînin.

Pêr bi şevê agir bi nexweşxaneya El-Husên a Koronayê li bajarê Nasiriye yê li parêzgeha Zîqarê li başûrê Iraqê ket û di encamê de 60 kesî canê xwe ji dest dan û bi dehan jî kes birîndar bûn.

Heta niha sedemên şewata nexweşxaneyê nehatine zanîn, lê desthiladarên Iraqê diyar kirin ku wan komîteyeke lêkolînê pêk anîne. Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî biryara jikardûrxistin û lêpirsîna bi Rêveberê Tendirustiyê û Rêveberê Berevaniya Şaristanî re da.

Her di derbarê vê bûyerê de jî, Dadgeha Nasiriye desteserkirina 13 berpirsên xwecihî da.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi