June 27, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî bo Yûrî Nebiyev peyama sersaxiyê belav kir

Nêçîrvan Barzanî bo Yûrî Nebiyev peyama sersaxiyê belav kir

Hewlêr (Rûdaw)  Serokê Heram Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya serokê Rêxistina Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd li Rûsya û cîgirê serokê Federasyona Komelên Kurd a Navneteweyî Yûrî Nebiyev peyameke sersaxiyê belav kir.

Li ser koça dawî ya Yûrî Nebiyev, Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê hevxemiya xwe bi malbata wî re parvekir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha dibêje “Ji bo koça dawiyê ya Xwedê jê razî Yûrî Nebiyev, serokê Rêxistina Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd li Rûsya û cîgirê serokê Federasyona Komelên Kurd a Navneteweyî xembar bûm. Sersaxiyê li malbata wî dikim, hêvîdar im canê wî şad be. Ewê bi xizmeta xwe hertim di bîriya me de bimîne.”

Serokê Rêxistina Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd li Rûsya û cîgirê serokê Federasyona Komelên Kurd a Navneteweyî Yûrî Nebiyêv îro 6 Temuzê di 68 saliya xwe de li Moskowê jiyana xwe ji dest da.

Yûrî Nebiyêv 26 Mijdarê sala 1953 li paytexta Gurcistanê bajarê Tiflîsê di malbeteke Kurdên Êzdî de ji dayîk bûye.

Sala 1975 li Zankoya Tiflîsê ya Dewletê beşa Fîzîka Atomî xwendiye û di wî warî de xwedî çendîn gotarên zanistî ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi