October 12, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî bo Reîsî: Hêvîdar im peywendiyên me zêdetir pêş bikevin

Nêçîrvan Barzanî bo Reîsî: Hêvîdar im peywendiyên me zêdetir pêş bikevin

Hewlêr (Rûdaw) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Serokokmarê Îranê yê nû hiljartî Îbrahîm Reîsî kir û hêviya pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îranê xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hilbijartina Îbrahîm Reîsî weke serokomarê nû yê Îranê nameyeke pîrozbahiyê aresteyî kir.

Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahiya serkeftinê li post û erkê nû yê Îbrahîm Reîsî, bi vê helkeftê hêviya pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îranê xwest.

Di nameya xwe de Barzanî hêvî xwestiye di serdema serokayetiya Reîsî de peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Komara Îslamiya Îranê li ser bingeha cîrantiyeke baş û berjewendiya hevbeş zêdetir bê pêşxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha hêvî dike ku warên alîkariya Hewlêr û Bexda li gel Tehranê ji bo aramiya herdu aliyan û navçeyê, berfirehtir bibin.

Li gor encamên ewil ên fermî li Îranê Îbrahîm Reîsiyê namzedê mihafezakar di hilbijartina serokomariyê ya 13emîn de ku duh hat kirin ji 28 milyon û 600 hezar dengan 17 milyon û 800 hezar deng hilda û di hilbijartinê de bi ser ket.

Bi vê encamê Reîsî di tura yekem de ji sedî 62yê dengan hildaye û ji ber ku bende ji sedî 50+1ê derbas kiriye dibe serokomarê 8emîn yê Îranê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi