Li Herêma Kurdistanê 15 kesên din ji ber pêketina vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
BasNews – Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, di 24 demjimêrên borî de 843 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 15 kesên pêketiyê vîrusa koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya îro 25.04.2021ê ya Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 843 pêketiyên din ên vîrusa koronayê hatine tomar kirin û bi giştî jî li herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê geheştiye 146 hezar û 31 kesan.
Herwaha li gor heman daxuyaniyê di 24 demjimêrên borî de 15 kesên din ên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê yên jiyana xwe ji dest dane li Herêa Kurdistanê geheştiye 3 hezar û 959 kesan.
Hat ragehandin heta naha bi giştî 122 hezar û 829 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî