February 11, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Zaroka Kurd a 2 salî di nava satila avê de xeniqî

Zaroka Kurd a 2 salî di nava satila avê de xeniqî

Duhok (Rûdaw) Zarokeke keç a 2 salî li Kampa Keberto-2 a koçberên Şingalê li qezaya Sêmêlê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve kete nav satileke avê û xeniqî.

Berpirsê Ragihandina Borda Karûbarên Mirovî li Parêzgariya Duhokê, Salim Seîd ji Rûdawê re ragihand: “Îro yekşemî 1ê Kanûna 2019an piştî nîvro, ew zaroka temen biçûk ketiye nav satileke avê, ku tijî av bûye û bi sedema ku haya ti kesî jê nebûye, ew zarok xeniqî ye û canê xwe jid est daye.”

Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê, Nayif Remezan ragihand, “navê wê zarokê Neda Zêdan Sedrî ye û dema ku ew zarok ketiye nava satila avê, kesûkarên wê haya wan jê nebûye, lewma nekarîne zaroka xwe rizgar bikin.”

Li gor amara Rêveberiya Polîsê Hawarçûnê ya Duhokê, ji destpêka îsal ve heta niha li sînorê vê parêzgeha Başûrê Kurdistanê 32 kes xeniqî ne û 27 kes jî ji xeniqînê hatine rizgarkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî العربية

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi