September 11, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Berhem Salih wek serokomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin

Berhem Salih wek serokomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin

Bexda (Rûdaw) – Civîna parlamentoya Iraqê ya ji bo hilbijartina serokomarê nû yê wî welatî bi amadebûna hejmarek parlamenteran dest pê kir.

Civîna parlamentoya Iraqê ya ji bo hilbijartina serokomariyê bi amadebûna 302 perlemantar bo hilbijartina serokomarî nû yê wî welatî dest pê kir.

Rikeberiya herî bihêz bo wergirtina posta serokomariya Iraqê di navbera berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fuad Husên û berbijêrê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih de ye.

21.20

Di dengdana hilbijartina posta serokomariya Iraqê de berbijêrê YNKê wek Dr. Berhem Salih wek serokomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin.
Ddi xula duyem a dengdanê de Berhem Salih ji 272 dengan parlamentaran dengî 219 parlamenteran wergirt.

20.25 xulek

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku berbijerê wan Fuad Husên xwe ji berbijêriya serokomariyê vekişand.

Firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê derbarê postê a serokomarê Iraqê de,  di parlemantoya Iraqê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku berbijerê wan Fuad Husên xwe ji berbijêriya serokomariyê vekişand.

Di daxuyaniya PDKê de hat gotin ku di demekê ku baweriya me bi mîkanîzma demokrat û serweriya destûrî heye, lê ewê niha li parlemantoya Iraqê ya derbarê hilbijartinên serokomariyê de bûne bi ti awayî qebûl nakin û dûrî rêkeftinên di navbera fraksiyonên Kurdistanî de ne.

19.40 xulek

Xula duyem a dengdana nehênî bo hilbijartina postê serokomarê Iraqê di navbera di navbera berbijêrê PDKê Fuad Husên û berbijêrê YNKê Berhem Salih dest pê kir.

19:20 xulek

Di xula yekem a dengdana hilbijartinê serokomarê Iraqê berbijêrê YNKê Berhem Salih 165 deng û berbijêrê PDKê Fuad Husên 89 deng bidest xistine. Bi vî awayî hilbijartina serokomar derbasî xula duyem dibe.

19.03 xulek

Cudakarin û hejmartina dengan dest pê kir rîkeberiya posta serokomariya Iraqê di navbera berbijêrê PDKê Fuad Husên û berbijêrê YNKê Berhem Salih de ye.

19.00

Dr. berbijêrê PDKê Fuad Husên ji Rûdawê re got ew li parlamentoyê ye û proseya hilbijartina posta serokomariyê berdewam e.

18:55 xulek

Serok Mesûd Barzanî di peyamakê de wiha got: “Birêveçûna niha ya hilbijartina serokomariya Iraqê berevajiya wê nerîtêye ku ji bo hilbijartina serokomar ji gerên derbasbûyî hatiye peyrew kirin. Yan diviya kandîdekî Kurd li nav mezintirîn kutle bihata berbijêrkirin yan jî fraksiyonên Kurdan yek alî bikiran.”

Barzanî dibêje şêweya niha, bi ti awayekî nayê qebulkirin.

18:40 xulek

Dengdana bo hilbijartina berbijêrê posta serokomariya Iraqê bi dawî hat û cudakirin û hejmartina dengdanê dest pê kir.

18:25

Peyamnerê Rûdawê li Bexdayê Senger Ebdulrahman got ku 297 parlamenter beşdarî Civîna parlamentoya Iraqê ya ji bo hilbijartina serokomariyê bûne û 160 parlamenteran dengê xwe daye.

Peyamnerê me diyar kir ku tê pêşbînî kirin ku di xula yekem a dengdanê de ti berbijêrek dengên pêwîst 220 dengan wernegire û lewma dibe xula duyema ya hilbijartinê birêve biçe.

Senger Ebdulrahman herwiha da zanîn ku berî çend rojan PDKê çend pêşniyar pêşkêşî YNKê kirine lê YNKê ew red kirine ku di nav wan pêşniyaran de ji yek posta parêzgeha Kerkûkê û serokomariyê hilbijêre, yan cîgirê Serokwezîrê Iraqê û wezaretekî din beramberê postê serokomariyê werbigre, lê YNKê ew jî red kiriye.

17:55 xulek

Li gor agahiyên berdest YNKê xwe ji rêkeftina ligel PDKê ya derbarê posta serokomariya Iraqê de vekişandiye. Herwiha YNKê bo wergertina posta serokomariya pêşniyara du sal bi du sal kiriye lê PDKê ew pêşniyar red kiriye.

17:42 xulek:

Dengdana bo hilbijartina serokomariya Iraqê dest pê kir û du berbijêrên sereke hene yek berbijêrê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Dr. Fuad Husên û berbijêrê Fraksiyona Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Berhem Salih.

Dengdan bi nehênî birêve diçe û 20 kesan xwe ji bo wê postê kiriye berbijêr.

17:40 xulek

Dr. Letîf Reşîd û Omer Berzencî xwe ji berbijêriya serokomariyê vekişandin.

17:35 xulek

Berbijêrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Selîm Şûşkeyî bo Rudawê ragihand ku wî xwe ji berbijêriya postê serokomariya Iraqê vekişandiye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi