December 03, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Agirê Newrozê li ser Kelha Kerkûkê tê vêxistin

Agirê Newrozê li ser Kelha Kerkûkê tê vêxistin

Kurdistan24 Hewlêr

Endamê Parlemantoya Iraqê Rêbwar Taha ji K24ê re ragihand, 20ê vê mehê raperîna bajarê Kerkûkê bibîr tînin û agirê Newrozê pêdixin.

Parlemanterê bajarê Kerkûkê Rêbwar Taha tekez kir, tevahiya hêzên siyasî di merasîmekê de beşdar dibin û ala Kurdistanê li bajarê bilind dikin.

Herwiha tekez kir jî, wek salên berê betlaneya bîranîna raperîna bajarê Kerkûkê û cejna Newrozê di yek rojê de dikin û got: “Her çend e berê hewlek ji bo rêgirtin li bilindkirina ala Kurdistanê di bîranînên Newroz û Adarê, lê welatiyan piştrast dikin, ku dikarin di wê rojê de ala Kurdistanê bi her awayekî bilind bikin.”

Derbarê qedexekirina hêzên ewlehiyê ji bîranînên Newroz û raperînê re, Rêbwar Taha got, hêzên ewlehiyê bi çi awayekî destêwerdanê nakin û rêwresmên bîranînan li ser kelha Kerkûkê bi rê ve diçin.

Ev di demekê de ye, piştî bûyerên 16ê Cotmehê, hêzên ewlehiyê yên Iraqî li bajarê Kerkûkê astengiyan dixin pêş çalakiyên Kurdan, dawî riftar jî li hember Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) nîşan da, ku roja 14ê vê mehê û bi amadebûna peyvdarê polîsa Kerkûkê peykerê Serokomarê berê yê Iraqê Mam Celal hat danîn û piştî çend demjimêran jî bi biryara Hêzên Dijeterorê ew peyker hat rakirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi