May 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

EFRÎN – Rewşa dawî li Efrîn: Nan têra nişteciyan nake

EFRÎN – Rewşa dawî li Efrîn: Nan têra nişteciyan nake

Rûdaw

Êrişên Artêşa Tirkiyê û çekdarên hin grûpên ser bi Artêşa Azad a Sûriyê ve bo ser Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di 52e de berdewam in û balafirên şer ên Tirkiyê derdora bajarê Efrînê bombebaran dikin.

Şer û pevçûnên giran di navbera YPGê û hêzên êrîşker de li 3ê gundên devera Bilbilê de derketine. Hêzên Tirkiyê û çekdarên bi ser ve li rojavayê Efrînê pêş de diçin.

Çavkaniyeke xwecihî ji Rûdawê re eşkere kir balafirên Tirkiyê derdora gundên Meretê û Tirindê bombebaran kirin.

Derbarê êrîşa li ser herêma Efrînê de çavkaniyekê ji navenda bajarê Efrînê ji Rûdawê re da zanîn ku sibeha îro, ji saet 05.00ê  heta saet 06.00 bi dema Efrînê, balafirên şer ên Tirkiyê bombebaran kirine.

Heman çavkaniyê diyar kir ku şeva borî jî balafirên Tirkiyê derdora Efrînê bi tundî bombebaran kiribûn.

Li gorî çavkaniyê bombebaran bêhtir rojavayê Efrînê li ser rêya Cindirêsê armanc digire û ew rê di encama bombebaranê de hatiye qutkirin.

Çavkaniyê diyar kir ku ji rojhilatê Efrînê ve, hêzên Tirkiyê û çekdarên bi ser ve her yek ji gundên Qujûma, Kefer Betra û Kokebê kontrol kirine û ew hêz niha 5 kîlometreyan ji bajarê Efrînê dûr in.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, li devera Reco, hêzên êrîşker her yek ji gundên Hucemala, Çaqmaqê biçûk, Çaqmaqê mezin, Çençeliya, Elemdara û Cela kontrol kirine.

Li devera Bilbil jî, hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên bi ser ve gundê Xilalka li rojavayê Bilbilê kontrol kirin.

Medyaya nêzîk YPG ragihand ku îro şer û pevçûnên tund li gundên Qizilbaşa, Dêrwîş û Kotana li deverê bilbil derketine.

Li devera Şêrawa jî, hêzên êrîşker gundê Gubilê li rojavayê Cilbirê kontrol kirin û niha 8 kîlometreyan ji aniya şer ya rojavayê Efrînê dûr in.

Di warê mirovî de jî, rewşa sivîlên nav bajarê Efrînê zehmettir û dijwartir dibe.

Çavkaniyekê ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re da zanîn ku tevgera bazarê pir kêm bûye û êdî nan jî têra nişteciyê efrînê nake û xaz jî qut bûye û her kirîza avê jî berdewam e.

Piştî 52 rojan ji êrîşa li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên bi ser ve, hêzên êrîşker ji bajarê Efrînê nêzîk dibin ku heta niha bêhtirî  nîv milyon sivîl di nav de diminin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi