June 27, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Wezareta Navxwe: PKK hêz tîne ser sînor

Wezareta Navxwe: PKK hêz tîne ser sînor

Rûdaw

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê derbarê aloziyên îro yên li Komelgeha Xanesorê de ragihand, PKK bi awayekê pîlankirî hewla çêkirina aloziyan û derketina pevçûna li sînorê Şingalê dide.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê aloziyên îro yên li Komelgeha Xanesor a ser bi nahiyeya Sinûnê ya girêdayî navçeya Şingalê daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: “PKK bi şêweyeke pîlankirî rijd e li ser derxistina girjî û aloziyan li deverê. (PKK) berdewam li wê derê mijûlî provakasyonên li dijî hêzên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û bi hemû şêweyekê dixwaze pevçûnek derkeve”.

Li gorî daxuyaniyê, PKK ji bo derxistina alozî û pevçûnan li Şingalê , ji navçeyên Heseke û Dêrik û çend navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê ve xelk û hêzên çekdar derbasî sînorê Şingalê dike.

Li ser wê yekê di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Ji bo vê mebestê, ew çend rojin ku (PKK) ji navçeyên Heseke û Dêrik û navçeyên din ên Kurdistana Sûriyê ve xelk û hêzên çekdar tîne sînorê Şingalê û rojan arîşe û aloziyan çêdike”.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir: “Her di vê çarçoveyê de, îro xwastin êrişî ser hêzên fermî yên hikûmeta ê li navçeya Xanesorê bikin, lê belê Polîsê sivîl hewl da rewşê kontrol bike û rûbirûbûn dernekeve”.

Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi wê tê kirin: “Em tekez dikin ku di bûyerên îro de her tiştek çêbibe, bi destê wan bi xwe bûye û Polîsê Sivîl ku çendîn kesên wan ber êrişan ketine, bi ti şêweyekê berpirs nîne. Tenê PKK berpirs e ku bi qestî dixwaze hinek ji birayên Êzidî bike amûrê pîlaneke gemar”.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de dibêje: “Em tekez dikin, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ti awayekê naxwaze rûbirûbûn û pevçûn çêbibe, û em daxwaz ji PKKê dikin ku bi aqilane tevbigere”.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi