Ji ber teqîn û êrişên terorîstî yên Qamişlo, li Kurdistana Rojava sê rojan şîna giştî hat ragihandin.
Çavkanî : BasNews
Îro li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo, 2 teqînên mezin qewimîn û di encamê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Her wiha ziyaneke madî ya pir mezin gihişt wê taxê.
Ji bo xatirê wê bûyerê, rêveberiya kantonên Kurdistana Rojava sê rojan şîna giştî ragihand.
Rêxistina DAIŞê ragihand ku êrişên terorîstî yên Qamişlo ji aliyê çekdarên wê ve hatine kirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî