Li Kurdistana rojhilat yek heftiyê de 20 çalakvan hatin girtin
Çavkanî :BasNews
Li gor çavkaniyên mafê mirov ên Kurdistana rojhilat, ji yek heftiyê kêmtir dem de zêdetir ji 20 hemwelatiyên çalakvanên siyasî, sivîl ên kurd û azerî ji aliyê Îranê ve hatin girtin.
Heman çavkaniyê diyar kir, hêzên ewlekariyê yên Îtlaata Îranê û sipaha pasdaran li bajarên rojhilat, bê ku tû belge û sedemekê nîşan bidin destbi pêleke girtina çalakvanên siyasî, sivîl û bi taybet a ciwanan kiriye. Herwaha hat zanîn derbarê girtiyan de tu agahiyek nayê dayîn.
Navên hin ji girtiyan waha ne: ‘’Fetah Pûr Ehmed, Seyîd Luqman Emînî, Luqman Ezîzî, Seyîd Celal Mehmûdî, Sedîq Ba Îkram û Yeqûb Ba Îkram Hemûyan xelkî, herweha Mistefa Sulduzî, Sîrwan Mistefayî, Emîr Ebdulazade, Rehîm Îsmaîlî, Xoşnaw Îsmaîlî Hemûyan Xelkilî Mehabad, Elî Surxî, rûniştvanê bokan, Xebat Mewlûdî, Elmas Rezayî, Serwer Muradî, rûniştvanê Kamyaran û Awat Şerîfî, xellkê seqiz, Nasih Elîxanî, Resûl Elîxanî, Ebûbekir Elîxanî û Omer Ebdulapûr rûniştvanê Serdeştê.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
