Barzanî: Niha jî xelkê Kurdistanê çaverêyî rolê giring yê Yekîtîyê dike
Waar –Duhok
Yekîtîya niştîmanîya Kurdistanê di xebata xwe da qurbanîyeka mezin di rêya rizgarîxwaza gelê Kurd daye û di hemû qonaxanda rolekê berçav û niştîman perwerane gêraye, bi taybet jî piştî serhildana gelê Kurd, rolekê mezin û avaker di dirust kirina seqamgêrî û vejandina Kurdistanê da hebûye, ev gotinên Mesûd Barzanî, serokê herêma Kurdistanê ne ku hevdem serokê partîya demokrata Kurdistanê ye bi helkevta damezrandina Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê û di peyama pîrozbahîya xwe da bo wê partîyê ragîhand; niha jî xelkê Kurdistanê her çaverêyî wî rolê giring û berdewam ji Yekîtîyê dike.
Piştî rêkevtina di navbera Yekîtî û hewla Goranê da dirust bûne, caddeya Kurdî tirs ji wê yekê kirîye, ku ew rêkevtin dê kartêkirinê li rêkevtina stratejîk ya navbera partî û Yekîtîyê da bike, ev hevdeme ku çendîn berpirsên Yekîtîyê ret kirîne ew rêkevtin kartêkirinê li rêkevtina partî û Yekîtîyê bike, di demekî da partî jî naxwaze, ew rêkevtin bibe delîveyek di kawdanê niha yê rojhilata navîn da ku berbi guhrînan diçe herêmê berbi rewşeka xerab bibe.
Rêkevtina Yekîtî û Goran ku bi amadebûna sekreterê giştî yê Yekîtîyê Mam Celal hat îmza kirin, Barzanî jî di peyama 41 salîya damezrandina Yekîtîyê da radigihîne; rolê Mam Celal di salên borî da bo parastina yekrêzî û berbi pêşbirina doza rewaya gelê Kurd ji bîr naçe, niha jî gelê Kurd wê çaverê bûnê ji Yekîtîya Nîştîmanîya Kurdistanê dike û dupat kir; divê hemû pêkve gelê Kurd berbi paşerojeka geş bibin.
Barzanî di peyama xwe da dîyar kir jî; pêgeh û kartêkirina Kurdistanê gihiştîye astekê bilind û divê ew pêgehe digel guhrînên li nawçê rû didin, wesa bike, dest di nav destanda kar bo dabînkirina paşerojeka geş bê kirin û jîyaneka aram bo gelê Kurd bê dabîn kirin, herwesa rêkê jî nedin, êdî gelê Kurd bi agirê nakokîyên li nawçêyê bişewite.
Herwesa serokê herêma Kurdistanê got jî; pêdvîye hemû vegerin bo îradeya gelê Kurd û peyadekirina mafê rewa û biryardana çarenvîsaz.
Li dawîya peyama xwe jî Mesûd Barzanî dibêje: rewşa niha bi alîkarî û jîyana birayetî û pabendbûn bi berjewendîyên bilindên milletê Kurd divê di vê qonaxa hestîyar da jîyana niştîman perwer û rihê pêşmergatîyê di nava rêz û alîyên Kurdistanî da bihêztir bikeve.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî