Li Herêma Kurdistanê di heyama saleke de 2 hezar jin bi şêweyên cuda şewitine
Çavkanî :Rûdaw
Li gor raporên dezgehên tenduristî yê Herêma Kurdistanê, di sala 2015an de 2 hezar ji şewitine û ji wan 212 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê hezar 342 şewitine û ji wan 58 jin miririne.
Li Silêmaniyê jî di sala 2015an de 295 jin şewitine û ji wan jiyana 55 kesan ji mirine nehatine xilaskirin. Di sala 2014an de li Silêmaniyê 313 jin şewitî bûn û ji wan 67 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Dr. Şahavan Saîb bijîşkê Nexweşxaneya Silêmaniyê ji Rûdawê re got, gelek caran nehatiye zanîn ka wan jina bixwe xwe şewitandine an jî ji xeletî ve şewitine.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî