July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

BasNews– Îro 24.01.2024ê lii Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hitchen kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê nû yê Brîtanya li Hewlêrê amade bû, Balyozê Brîtanya ji bo karesata mûşek barana bê bingeh a ser Hewlêrê dubare sersaxiyên xwe bi Serok Barzanî re ragihand ku ji aliyê Sipaha Pasdarên Îranî ve hatibû encamdan û bibû sedema şehîd û birîndarbûna hejmarek welatiyên sivîl, vê derbarî de helwesta fermî ya Hikûmeta Brîtanya bi Serok Barzanî gihand ku dijî van cûre kiryarane ne, bi taybet ku xelkê sivîl û bê tawan bikin armanc.

Her di vê hevdîtinê de behsa rewş û pêşhatên ewlehî û siyasiyên dawî yên navçeyê û Iraqê kirin, her wiha bal kêşan ser karên lîjneya lêkolîna rastiyan ku ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve hatibû pêkanîn û ji bo dûvçûn û lêkolîn û derxistina rastiyên li ser vê bûyerê hatibû pêkanîn.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya helwesta Balyoz û Hikumeta Brîtanya kir û dubare dilgiraniyên xwe bi wê kiryara nemirovaneya beranber xelkê Herêma Kurdistanê hatibû kirin derbirî û pêzanînên xwe ji bo hewlên Serokwezîrê Iraq a Federal birêz Mihemed Şiya Sudanî ya ji bo wergirtina helwest û dûvçûna cidî ya li ser vê pirsê hebû.

Peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê û rewşa ewlehî ya Deşta Nînowa û Şingalê û girîngiya cîhkirina peymannameya Şingalê mijareke din ê vê hevdîtinê bûn.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi