July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Herêma Kurdistanê û Îmarat peywendiyên xwe yên aborî berfirehtir dikin

Herêma Kurdistanê û Îmarat peywendiyên xwe yên aborî berfirehtir dikin

BasNews – Herêma Kurdistanê û Yekitiya Mîrgehên Ereb (Îmarat) pêwendiyên xwe bi taybetî di warê veberhênanê de berfirehtir dikin, ji bo vê jî, îro 30.10.2023yê, şandeke Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Îmaratê kir.

Serokê Cibicîkar ê kompanyayeke xizmetguzariya xaniyan û avadaniyê dibêje, Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek piştgirî daye sermayedaran û Serokê Komîteya Veberhênanan tekez dike ku ew ê asankariyên zêdetir ji bo sermayedarên biyanî bikin.

Ofîsa Pevguhertina Agahdariyê ya Hikûmeta Îmaratê bi 32 welatan re hevkariyên girîng hene, Herêma Kurdistanê jî yek ji wan welatan e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêsankariya Îmaratiyan re dike û dixwaze peywendiyan bi wî welatî re bihêztir bike.

Serokê Desteya Veberhênananê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî ji K24ê re got, li gorî rênmayî û raspardeyên rasterast ên Serokwezîr Mesrûr Barzanî, em hêsankariyan bikin ji bo sermayedarên Îmaratê werin Herêma Kurdistanê û veberênanê bikin.

Îmarat di warê danûstendina bazirganî de, bihêzkirina sektora taybet û peydakirina karûbarên perwerdehî û tenduristiyê yên bi kalîte di hemû waran de, li seranserê cîhanê di rêza 22-an de ye. Ev yek dike ku ew bibe cîhekî cîhanî ji bo kompanya û karsazan, ji bilî ku jîngehek guncan e ji bo veberhênanê li çaraliyê cîhanê. Di heman demê de hinek karsaz û sermayedarên Îmaratî bi taybet ji Dubey dixwazin sermaya xwe li Herêma Kurdistanê razînin, ji ber ku bi baweriya wan aramî, ewlehî û hêsankarî li Herêma Kurdistanê heye.

Rêveberê Giştî yê Ayana Holding (Şirketa Giştî ya Xanûber û Avakirinê) Ebdullah Mihemed Lehij ji K24ê re ragihand: “Me ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îmarata Erebî ve, handan ji bo sermayeguzariyê li Herêma Kurdistanê dîtine û em bi wê veberhênanê kêfxweş in û em li bendê ne ku em zanibin çawa hevkariyê bikin.”
Îmarat piştî Tirkiye, Îran û Çînê, çaremîn hevparê bazirganî yê Herêma Kurdistanê ye û salane zêdetirî milyarek dolar hinardekirinê bo Herêma Kurdistanê dike. Li gor amarên Desteya Veberhênanê, zêdetirî 150 kompaniyên Îmaratê bi 2.57 milyar dolar di sektorên cuda yên Herêma Kurdistanê de veberhênan kirine.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi