July 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Konsulê Giştî yê Fransa bi boneya bidawîhatina erkê wî, xatir ji Nêçîrvan Barzanî xwest

Konsulê Giştî yê Fransa bi boneya bidawîhatina erkê wî, xatir ji Nêçîrvan Barzanî xwest

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistana Iraqê bi boneya bidawîhatina erkê wî, xatir ji Nêçîrvan Barzanî xwest. Her wiha spasiya Serok û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê jî kir ku di erkên wî de bi berdewamî hevkar û piştgir bûne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 2ê Tîrmehê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies kir ku bi boneya bidawîhatina erkê xwe serdana Serokê Herêma Kurdistanê kiribû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di civînê de Nêçîrvan Barzanî spasiya hewlên Dicotin bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa de kir û hêviya serkeftinê di postê wî yê nû de xwest.

Di daxuyaniyê de hat, Konsulê Giştî yê Fransa spasiya Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ku di erkên wî de hevkarî û piştevaniya wî kirine û hêvî jî xwest ku bi heman şêwe ligel cîgirê wî berdewam be.

Diyar kir jî, pêşdebirina peywendiyên Fransa û Herêma Kurdistanê û çend mijarên din ên cihê giringiya hevbeş jî di civînê de hatin gotûbêjkirin, Konsulusê Fransa jî pêzanînên xwe ji bo rola Serokê Herêma Kurdistanê ya di pêşxistina peywendiyên di navbera Hewlêr û Parîsê de nîşan da.

Konsulxaneya Fransa li Hewlêrê yekem car wek ofîsa balyozxaneyê di 1ê Hezîrana 2008ê de hat vekirin û piştre bû Konsulxaneya Giştî ya Fransa. Yekemîn Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê Frederic Tissot bû û heta meha Îlona 2012an li ser kar ma.

Îlona 2012an heta Îlona 2016an, Alan Geprat wek Konsulê Giştî dest bi kar kir. Ji Îlona 2016an heta Îlona 2019an jî Dominic Mass Konsulê Giştî yê li Hewlêrê bû.

Herî dawî Olivier Decottignies bû ku ji Îlona 2019an heta îro Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê bû.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi