Bingehê Laliş salvegera damezrandina Parêzgehbûna Duhokê pîroz dike
Tora Laliş ya ragehandinê
Bi helkefta 54salîya Parêzgehbûna Parêzgeha Duhokê gerimtirîn pîrozbahîyan arastey tevaya rûniştivanên vê parêzgehê dikin.
Parêzgeha Duhokê êk ji wan bajêraye ku komeka pêkhatan têda djîn evê çendê ciwanyeka dîtir daye Duhokê.
Êzidî jî pişkeka resen yên vê parêzgehê ne, û mil bi milê pêkhatên dî yên vê deverê pişkdaryê di hemû helkeftan da dikin, hersal bi şêweyekê azad rê û resmên xo yên aynî digêrên.
pêkvejyana olî û neteweya Parêzgeha Duhokê ezmûneka serkeftî ye û cihê şanazîya me hemûyane, divê em hemû bi gyanekî berpirsyarane vê ezmûna ciwan perepê bidin û van destkeftekan biparêzîn.
Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Komelayetî
27/5/2023/ Duhok
SA
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî