July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Erdogan: Ew çiqas Kurd bin em jî ewqas Tirk in

Erdogan: Ew çiqas Kurd bin em jî ewqas Tirk in

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Koceliyê di merasîma vekirina çend projeyan de got: “Derdê wan ne Kurdbûn û ne tiştekî din e. Ez bi eşkereyî ji we re dibêjim, ew çiqas Kurd bin, em jî ewqas jî Tirk in.”

Serokomarê Tirkiyê û Berbijêr Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyîp Erdogan îro Şemiyê 15ê Cotmeha di merasima vekirina Nexweşxaneya Bajêr a Kocaeliyê û vekirina komî ya projeyên din ên hatin temamkirin de axivî.

Recep Tayyip Erdogan got: “Nexweşxaneya me ya Bajêr a Kocaeliyê bi 1218 textên xwe ve, bi înşeata xwe ya modern a bi îzolatorên erdhejê ve xwedî her cure derfetê ye. Em rijd in ku di mijara tenduristiyê de ne tenê xizmetê bidin welatiyên xwe, lê di heman demê de Tirkiyeyê bikin navendekî balkêş a navneteweyî.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Erdogan got: “Dibêjin em dê Selo (Selahattin Demîrtaş) derxînin. Dê kujerê zarokan derxînin. Welatiyên min li ba kesên ku soz didin ku vê kujerê zarokan derxînin derve re cî digire gelo? Ma ev welat radestî Qendîlê tê kirin? Duh em li Amedê bûn. Me lavayên welatiyên xwe yên li wir dîtin. Hûn dizanin çi gotin? Serok, ji kerema xwe me di destê wan de nehêle.’ Gelo Qendîlê zarokên dayikên me yên Amedê revandin? Li Amedê jî Seloyek heye, ku niha li Edîrneyê ye… Ma wan 51 birayên me yên Kurd ne kuştin? Ew jî kurd bûn. We girîngî bi Kurdan dida, çi bû? Derdê wan ne Kurdbûn û ne tiştekî din e. Ez bi eşkereyî dibêjim, rewşek me ya wisa heye, ew çiqas Kurd in, em jî ew qas Tirk in. Em ji Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Abazîn, Boşnakan û ji hemû xwişk û birayên xwe hez dikin. Tu ferqa me tune.”

Erdogan herwiha rexne li Serokê Giştî yê CHPê û Berbijrê Hevpeymaniya Milet bo Serokomariyê Kemal Kiliçdaroglu girtin û got: “Bay Bay Kemal dibêje ku ‘Ez ê ji dervayî welêt 300 milyar dolarî bînim’ û bi vî awayî ew bixwe jî welêt pêşkêşî tefecî û ribaxwaran nake gelo?”

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi