April 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî du tabloyên li ser pêkvejiyana li Kurdistanê pêşkêşî Papa kirin

Nêçîrvan Barzanî du tabloyên li ser pêkvejiyana li Kurdistanê pêşkêşî Papa kirin

Serokê Herêma Kurdistanê li Vatîkanê tabloyek û xalîçeyeke ku bi destan hatiye çêkirin pêşkêşî Papayê Vatîkanê Papa Francis kir ku pêkvejiyana dînan a li Herêma Kurdistanê nîşan dide.

Tabloya ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daye Papa Francis piçûk e û 50 bo 70 cm ye û di nava hefteyekê de ji aliyê hunermendê Duhokî Xeyrî Adem ve hatiye amadekirin.

Xeyrî Adem li ser wateya tabloya xwe ji Rûdawê re got, “Di paş wêneyê de mizgeft, dêr û perestgeha Êzidiyan heye ku tê wateya pêkvejiyana olan li Herêma Kurdistanê.”

Weke ku di tabloyê de jî tê dîtin çend kesan destên hev girtine û govendê digerînin, kesa di serpêşiyê de ye jin e û desmaleke spî di destan de ye, Xeyrî Adem li ser vê yekê anî ziman, “Di serpêşiyê de jinek heye ku sembola pêşkeftin û pêşengiya jinê ya li Kurdistanê ye û desmala di destan de jî spî ye ku tê wê maneyê ku em alîgirê aştiyê ne li Kurdistanê.”

Dîmeneke din a balkêş di tabloyê de ew e ku kesên şahiyê dikin wek Xeyrî Adem dibêje, “Ew ji netew û olên cuda ne lê li Kurdistanê tevî van cudahiyan hev qebûlkirin û çandeke hevpar heye, ji ber wê hemû bi awayekî şahiyê dikin û yek rêz in.”

Xeyrî Adem di sala 1981an ji dayik bûye û xelkê Duhokê ye. Li Peymangeha Hunerên Bedew a Duhokê û Beşa Hunerên Bedew li Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê xwendiye. Her wiha California ya Amerîkayê master di beşa nîgarsaziyê de bi dest xistiye.

Di piraniya tabloyên Xeyrî de sembolên nîştimanî tê de hene û dibêje, “Girîng e ku xelk ji tabloyên min bizanibin ku ez Kurd im.”

Li ser vexwandina fermî ya Serokwezîra Îtalya Giorgio Miloni, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê 13ê Nîsana 2023an li Romayê ye. Nêçîrvan Barzanî çû Vatîkanê jî û bi Papa Francis re civiya û tablo pêşkêşî wî kir.

 

CH

Tabloya pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê ku ji aliyê hunermend Xeyrî Adem ve hatiye çêkirin

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi