Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş pêşwazî li honermend “Sefqan Orkêş” kir
Tora Laliş/Duhok
Îro roja pênc şembûyê 13î nîsana 2023,honermendê efrêner û xudanê sirûda(Hatim Lalişê..Laliş bi xêr û bêre),Sefqan Orkêş seredana baregayê Bingehê Laliş li Duhokê kir û jilayê “Seîd Cirdo” Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş û endamên Desteya Bilind ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtnê da “Seîd Cirdo”Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş xweşhalya xwe derbrî vê seredanê bo Bingehê Laliş anîziman û bas li rolê Bingehê Laliş û kar û çalakî û bizavên encam didet hebûna vî bingehî bo xizmetkirina civaka Êzdiyan kir,ji layekê dî ve ronahî xstine ser çend babetên coraûcor.
Li dûvda honermendê navhatî geryanek dinava pişk û avahyên Bingehê Laliş da kir, ku bûne cihê bal û serencrakêşa wî.
Paşî Serokê Bingehê Laliş bi Logoyekî rêzlênanê dest xweşî û supasyên xwe arastî honermend Sefqan Orkêş kir.
Honermendê navhatî birayê honermendê navdar Şeyda ye û derçûyê Kulîja Adabê beşê Dîrokê yeli zankoya Helebê.
CH
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî